​​​​​​​Wezîrê parastinê yê Tirkiyê çû Bexdayê

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar serdana paytexta Iraqê Bexdadê kir. Tê payîn ku Akar bi serokkomar, serokwezîr û wezîrê parastinê yê Iraqê re bicive.

​​​​​​​Wezîrê parastinê yê Tirkiyê çû Bexdayê
18 ÇILE, 2021   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi şandeyekê re serdana Bexdayê kir. Li gorî medyaya Iraqê, Akar dê li Bexdayê bi serokkomar û serokwezîrê Iraqê re bicive. Akar dê piştre bi wezîrê parastinê yê Iraqê Cuma İnad re jî bicive.

Tê payîn ku Hulusî Akar piştî serdana xwe ya Bexdayê, serdana Başûrê Kurdistanê bike û bi rayedarên herêmê re jî bicive.

(cx)