Li Iraqê hilbijartinên pêşwext hatin taloqkirin

Komseriya Bilind a Hilibijartinan a Iraqê îro pênşiyar kir ku hilbijartinên pêşwexta heta 16’ê Cotmeha 2021’an werin taloqkirin.

Li Iraqê hilbijartinên pêşwext hatin taloqkirin
17 ÇILE, 2021   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Komîteya Qanûnî ya Dozgeriyê eşkere kir ku hin astengiyên pîşeyî yên mezin li hember Komseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan hene, ew jî tedbîên hilbijartinên pêşwext in.

Endamê komîteyê Elmas Fadil got komîteyê çarşemê civînek bi Komseriya Bilind a Hilbijartinan re li dar xist. Her wiha komseriyê da zanîn ku hin astengiyên pîşeyî yên mezin li pêş tedbîrên hilbijartinan hene û ew jî demeke zêde dixwazin.

Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di Kanûna par de, dema hilbijartinên pêşwext di 6ê Hezîrana bê de diyar kir.

(fr)