Desthilata Rûsyayê opozîsyonerê navdar Alexei Navalny girt

Polîsên Rûsyayê îro opozîsyonerê navdar Alexei Navalny dema ji Almanyayê vedigeriya li balafirgeha Moskovayê girt.

Desthilata Rûsyayê opozîsyonerê navdar Alexei Navalny girt
17 ÇILE, 2021   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Interfax a rûsî desthilata girtîgehên Rûsyayê piştrast kir ku serbazan opozîsyonerê navdar Alexei Navalny ê dijberê serok Vladimir Pûtîn  girt.

Têkildarî vê yekê Alexei Navalny dema hilkişiya balafirê ji rojamamavan re wiha gotibû: "Ew  min digirin? Ez nesûcdar im."

Li gorî çavkaniyekî nêzî opozîsyonerê rûsî, li balafirgeha Moskovê polîsan hejmarek ji hevalbedên Navalny ên ku hatibûn pêşwazikirina wî; girtin.

Alexei Navalny serokê Rûsyayê tewanbar kir ku ew li gorî qanûnên nû nehiştiye vegere welat, her wiha Kremlin jî tawanbar kir ku ew jehr kiriye, lê Kremlinê pirî caran ev yek derewand.

(eh)