Sivîlên gundên Minbicê: Em li ber xwe didin û xaka xwe bernadin

Şêniyên gundên bakur û rojavayê Minbicê yên nêzî eniyên şer, destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan dike hedef û gotin "Çi dibe bila bibe em dev ji axa xwe bernadin."

Sivîlên gundên Minbicê: Em li ber xwe didin û xaka xwe bernadin
16 ÇILE, 2021   03:07
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên bakur û rojavayê Minbicê didomîne. Bi vê yekê tevahiya peymanên ku bi Rûsyayê re îmze kirine bin pê dikin.

/kr/uploads/files/2021/01/15/200911_-.webp

Derbarê vê mijarê de gelek şêniyên gundên li nêzî eniyên bakur û rojavayê Minbicê, nêrînên xwe parve kirin. Şêniyê bi navê Ehmed El-Xelef ê ji gundê Catê yê 20 kîlometran dikeve bakurê Minbicê got: “Topbaran saetên derengiya şevê de dijwar dibe. Em li malên xwe ne û jê dernakevin. Dewleta Tirk a dagirker sivîlan dike armanc, ji ber wê gelek ji wan birîndar dibin.”

El-Xelef destnîşan kir ku milkên wan li herêmên di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de hene, lê ji ber ku çete wan bi tawanên ne rast tawanbar dikin, nikarin biçin nav milkên xwe.

El-Xelef di dawiyê de got: “Em êrişên hovane yên li dijî herêmên me û sûcên ku dagirkera Tirk û çeteyên wê red dikin. Em axa bernadin û ji bo parastina axa xwe em ê li ber xwe bidin. Bila hemû bizanibin ku bi hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê re ne ji ber ku axa me û me dibparêzin.”

/kr/uploads/files/2021/01/15/200933_-.webp

Şêniya bi navê Fatime El-Ehmed a ji gundê Hoşêriye yê 22 km ji eniyên di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Mertala Firatê de dûr e da zanîn ku ew êrişên dagirkera Tirk ên li dijî axa herêmê red dikin û wiha domand: “Em dibêjin êdî bes e dagirkirina axa Sûriyê.”

Fatime wiha pê de çû: “Zarokên me biçûk in. Ev topbaran tirsê dike dilên wan. Dema topbaran dijwar dibe, em nizanin ku de biçin. Ew nabêje ev biçûk an jî mezin, ew hemûyan dike hedef.”

Fatime di dawiyê de got ku ew tenê ewlehiyê dixwazin û dê heta nefesa dawîn li ber xwe bidin.

(şx)

ANHA