Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike

Berdevka Fermî ya Kongreya Star Remziya Mihemed got ku tê payîn ku qonaxa duyemîn a Pêngava  "Na ji dagirkerî û qirkirinê re..bi hev re em jin û jiyanê biparêzin" dê 17'ê Çileyê dest pê bike.

Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike
Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike
Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike
Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike
Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike
Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike
Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike
Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike
Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike
Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike
Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike
Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike
Sibê qonaxa duyemîn a pêngava Kongreya Star dest bike
16 ÇILE, 2021   07:20
QAMIŞLO- SILAVA EBDULREHMAN

Bi armanca eşkerekirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan û sivîlan nexasim li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, Kongreya Star di 9`ê Mijdara derbasbûyî de bi hevkariya rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngava "Na ji dagirkirin û qirkirinê re bi hev re em jin û jiyanê biparêzin" ragihand . Pêngav heta 9`ê vê Çileyê berdewam kir.

30 RÊXISTINÊN JINAN BEŞDARÎ PÊNGAVÊ BÛN

30 rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî pêngavê bûn û ew jî wiha ne; Kongreya Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Yekitiya Jinên Suryan, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Jin a MSD, Nivîsgeha Jin a TEV-DEM, Yekitiya Jinên Ciwan, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Tora Fermandarên Jin ên Aştiyê, Navenda Lêkolîn û Parastina Jinan a Sûriyê, Rêxistina Mafên Mirovan, Rêxistina Esnafan a Geşkirinê, Rêxistina Yasmîn, Komeleya Sawişka ya Jinan,  Rêxistina Aşna ya Geşkirinê, Rêxistina Firat a Alîkarî û Geşkirinê, Navenda Edil a Mafên Mirovan, Komeleya Dicle ya Parastina Ekolojiya, Navenda Belsem a PerwerdeyaTenduristiyê, Komeleya Şemal a Xêrxwaziyê ya Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Cezîrê ya Geşkirinê, Rêxistina Erd El-Selam, Rêxistina Kobanê ya Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Hêvî ya Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Soz a Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Eta Baxoz a Geşkirinê, Rêxistina Sewaid a Geşkirinê ya li Şîfa ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê, Rêxistina Multeqa Nehreyîn, Rêxistina Dan a Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Terahim a Geşkirinê, Rêxistina Doz a Civaka Sivîl, Komeleya Bukra Ehla ya Alîkarî û Geşkirinê, Komeleya Maya û Komeleya Nûrcan a Xêrxwaziyê ya li Amûdê.

ÇALAKIYÊN PÊNGAVÊ YÊN 3 MEHAN

Di çarçoveya pêngavê de, li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek çalakiyên taybet bi jinan û ên hevbeş hatin lidarxistin. Xwepêşandan hatin lidarxistin, semîner hatin dayîn, sûcên li dijî jinan bi awayekî qanûnî hatin belgekirin, wekî sûcê şehîdxistina siyasetmedar Hevrîn Xelef, Yadê Aqîde û hersê jinên çalakvan Zehra Berkel, Emîna Weysî û Hebûn Mele Xelîl  û ji aliyên têkildar ên navneteweyî re hatin şandin.

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê jî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan bi wêne, dîmen û navan belge kirin û pêşkêşî sazî û rêxistinên hiqûqî, mirovî û yên jinan kirin. Hejmara sûcên ku hatine belgekirin ev e: 88 sûcên qetilkirinê, 140 sûcên revandin û 497  sûcên tundiyê.

Di çarçoveya pêngavê de li kampa Waşûkanî ya li bajarokê Tiwênayê ya Hesekê û kampa Serdem a li kantona Şehbayê der barê tundiya li ser jinan de belgefilimek hate pêşandan.

Her wiha têkildarî tundiyê 30 panel hatin lidarxistin, têkildarî diyalogên kurdî-kurdî, tundiya li dewletên ereban tê meşandin û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi rêya bernameya ZOOM`ê û bi beşdariya jinên ji derve 3 panel hatin lidarxistin.

Însiyatîfeke jinan ji 34 rêxistin û tevgerên jinan ên li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê hate ragihandin.

ꞌDEWLETA TIRK SÛCÊN XWE YÊ LI DIJÎ JINAN DIDOMÎNE'

Berdevaka fermî ya Kongreya Star Remziya Mihemed destnîşan kir ku çalakiyên li dar ketin bi awayekî baş hatin birêxistinkirin, hemû rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn û wiha gotina xwe berdewam kir:"Em ê pêngava xwe berdewam bikin, ji ber ku dewleta Tirk di pêkanîna sûcên li dijî jinan de berdewam e, çi bi piştgiriya rêxistinên destpotîzim be û çi jî rejîma Baasê be ku wekî temaşevanekî li van sûcan dinêre."

Remziya Mihemed da zanîn ku tê payîn qonaxa duyemîn a pêngavê di 17`ê Çileyê(ango sibê) de were destpêkirin û heta 17`ê Nîsanê berdewam bike.

Remziya diyar kir  ku dê pêngav ji gelek çalakiyan pêk were ji wan; çalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, belgekirina sûcên li dijî jinan, hewldana xwegihaştina hemû jinan û daxwaza mafên jinan ên di hemû qadan de da ku roleke pêşeng bilîze.

Berdevka Fermî ya Kongreya Star Remziya Mihemed di dawiyê de bang li hemû jinan kir  ku tev li vê pêngavê bibin, li dijî sûcên li dijî jinan têne kirin bisekinin û asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku parastina destkeftiyên ku di encama Şoreşa 19`ê Tîrmehê de hatine bisetxistin biparêzin.

(eh)

ANHA