Kargeha guvaştina garis a Reqayê xebata guvaştinê ber bi dawî kir

Kargeha guvaştina garis, zuhakirina hilberînên cotkarên Reqayê ber bi dawî ve bike, miqdarê ku heta niha hatiye guvaştin gihaştiye 20 hezar tonî, her wiha hezar û 170 kart gihaştine cotkaran û wan şandina Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya li Reqayê.

Kargeha guvaştina garis a Reqayê xebata guvaştinê ber bi dawî kir
Kargeha guvaştina garis a Reqayê xebata guvaştinê ber bi dawî kir
Kargeha guvaştina garis a Reqayê xebata guvaştinê ber bi dawî kir
Kargeha guvaştina garis a Reqayê xebata guvaştinê ber bi dawî kir
Kargeha guvaştina garis a Reqayê xebata guvaştinê ber bi dawî kir
Kargeha guvaştina garis a Reqayê xebata guvaştinê ber bi dawî kir
16 ÇILE, 2021   05:24
REQA-EHMED ESAF

Li gorî rêjeya şiliya (ritûbet) hilberînê rojane ji 600 heta 700 tonî dihat guvaştin û barê cotkaran siviktir kir, ji ber ku beriya niha bi rêbazên destpêkê û li ser rêyên giştî û qadan ziha dikirin.

Endamê rêveber ê kargeha guvaştina garis Hisên Dêrik axivî û got ku piştî ku wan hemû hilberînên cotkaran wergirtin, hindik maye ku karê guvaştinê bi dawî bikin, piştre dê depo bike û nifşekî jî ji bo derxistina zeytê dê bişînin kargehên Hesekê û Qamişloyê.

Kargeha guvaştin ji 3 ambareyan pêk tê. Dêrik diyar kir ku di demên pêş de dê kargeh bi ambarekê bixebite, ji ber hesabên cotkarên ku heta niha hilberînên xwe radest nekirine dike.

Hisên Dêrik da zanîn ku dê her du ambarên din jî ji bo mewsimên bê sererast bikin.

Hisên Dêrik anî ziman ku dê di mewsimê bê de miqdarên guvaştinê du qadan zêdetir be, ji ber ku planeke nû ji bo sala bê danîne û du ambar jî amade kirine.

Berpirsa darayî ya kargehê Xewla Xidir jî axivî û destnîşan kir ku hezar û 170 kart dane cotkaran û di hefteya bê de dê radestkirina kartan bi dawî bikin.

Li gorî Komîteya Aborî ya Rêveberiya Xweser bi biryarnameyekê nirxê her tonek garisê zer di navbera 3 hezar û 40 lîreyên Sûriyê heta 4 hezar û 25 lîreyên Sûriyê diyar kir, nirx li gorî rêjeya hilberînê ya paqijiyê û şilliyê dimîne.

Komîteya Aborî ya Reqayê bi hevkariya Gerînendeya Çandiniyê û bi piştgiriya Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 1'ê Mijdara 2020'an de kargeheke guvaştina garis li bakurê Reqayê vekir û yekser dest bi wergirtina garis ji cotkaran kir. Ev yek ser daxwazên domdar ên cotkaran pêk hat ku ji ber zuhakirin û rakirina berhem zehmetî dikişandin. Lêçûna vê projeyê gihişt derdora 320 hezar dolarî.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6z3gFVwkGlA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>