Rojnameyên erebî: Hêzên Îranê careke din li rojhilatê Sûriyê bi cih dibin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, têkildarî hebûna Îranê li rojhilatê Sûriyê, tevgerên Tirkiyê li Asyaya Navîn û rewşa Lîbyayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Hêzên Îranê careke din li rojhilatê Sûriyê bi cih dibin
15 ÇILE, 2021   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PIŞTÎ ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ, HÊZÊN ÎRANÊ CAREKE DIN LI ROJIHLATÊ SÛRIYÊ BI CIH DIBIN’

Destpêkê têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Piştî êrişên herî dijwar ên Îsraîlê li ser ên ji bo rêgirtina hebûna Îranê li Sûriyê, duh hate eşkerekirin ku mîlîsên girêdayî Pasdarên Îranê careke din li herêmên berfireh ên parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê bi cih bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) wiha got: “Hêzên Îranê û mîlîsên girêdayî wan careke din li hundirê bajarê Dêrazorê û Bokemal û Meyadîn ên li rojhilatê Dêrazorê, bi cih bûn. Her wiha hin nuqteyên xwe yên li derdorê wan herêman vala kirin û ji tirsa êrişên nû yên Îsraîlê li dijî wan, di nava taxên sivîlan de bi cih bûn.”

Hejmara kuştiyan ku SOHR`ê diyar kiriye; 57 endamên hêzên hikumetê, hêzên Îranê û mîlîsên alîgirên wan, ne li gorî hejmara ku medyaya Îranê parve kiriye bû. Ajansa Tesnîm ku agahiyên xwe spartin fermandarekî ‘Lîwa Fatîmiyûn’ ya li Sûriyê, got di êrişên Îsraîlê de tu endamên wan nehatine kuştin.”

‘TIRKIYÊ BI RÊYA ‘MUZAKEREYA ÎSLAMABADÊ’ SERWERIYA XWE LI ASYAYA NAVÎN BERFIREH DIKE’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî tevgerên Tirkiyê wiha nivîsî: “Tirkiyê bi rêya avakirina hevbendiyan li herêmê hewl dide serweriya xwe ya herêmî xurt bike û deriyên nû ji bo aboriya xwe veke. Herî dawîn jî bi navê ‘Muzakereya Îslamabadê’ hevbendiyeke sêalî bi Pakistan û Azerbêcanê re pêk çêkir.

Çavdêran got Tirkiye bi vê hevbendiyê hewl dide ku erdnîgariyeke nû li pêş xwe û hevalbendên xwe veke, ev yek di çarçoveya plana berfirehbûna Tirkiyê li herêmên ji herêma Belqan û heta Pakistanê de, pêk tê.

‘TETBÎQATÊN EL-SERAC NÎŞANEYÊN ŞEREKÎ DI NAVA WÎFAQÊ DE DIDIN’

Rojnameya El-Beyan jî li ser rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: “Aliyên herêmî û navneteweyî ku hewl didin çareseriya siyasî li Lîbyayê pêk bînin, rastî gelek astengiyan tên, ji wan şerê navxweyî li rojhilatê welêt ku dibe di demeke kurt de derkeve.”

Çavkaniyên xwedî agahî yên ji Terablusê ji rojnameyê re diyar kir ku Fayîz El-Serac bi israr e ku serokê meclisa serokatiyê bimîne û ji bo wê yekê piştgiriyê ji mîlîsên li Terablusê û herêmên rojavayî digire.”

(cx)