Berpirsekî îranî: Di encama êrişên Îsraîlê de qurbanî tune ne

Berpirsekî  leşkerî yê îranî ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî nuqteyên li Dêrazorê tiştek bi kesekî nehat.

Berpirsekî îranî: Di encama êrişên Îsraîlê de qurbanî tune ne
14 ÇILE, 2021   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Faris li ser zimanê alîkarê Fermandarê Operasyonên Derve yê Pasdarên Îranê ragihand, di encama êrişên Îsraîlê yên duh ên li ser nuqteyên leşkerî yên li rojhilatê Sûriyê tişek bi kesî nehat

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandibû ku di encama êrişên Îsraîlê de 57 efser û leşkerekî alîgirên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Ajansa Faris ku agahiyên xwe dispêre alîkarê fermandarê Feyleq El-Qudis a Pasdarên Îranê yê kar û barên siyasî Ahad Kerîm Xanî ev agahî derewand û got ku di êrişê de tu kes nebû qurbanî.

(eh)