‘Şandina çeteyên sûrî ji Heftanînê re hewldana derxistina fitneyan e’

Agahiyên têkildarî planên dewleta Tirk ên şandina çeteyên sûrî ji Başûrê Kurdistanê re, metirsiyek e, ji ber ku dewleta Tirk bi wê yekê dixwaze li herêmê de fitneyan derxe. Çavdêr destnîşan dikin ku ev yek ji nava planên dewleta Tirk a avakirina dewletoka çete û malbatên wan a li ser sînorê Iraq û Sûriyê ye.

‘Şandina çeteyên sûrî ji Heftanînê re hewldana derxistina fitneyan e’
15 ÇILE, 2021   07:59
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Piştî Lîbya û Azerbêcanê û bi hewldana pêkanîna fitneyan, planên dewleta Tirk ên şandina çeteyên sûrî li Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê hene.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), dewleta Tirk hewl dide li Başûrê Kurdistanê bi kûrbûna 8 heta 14 km herêmên sînor dagir bike û piştre herêma ewle ya mayînde ragihîne û çeteyan ji herêmên Sûriyê tê de bi cih bike.

Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk amadekariyên belavkirina çeteyan li herêma Heftanînê dike  û planên Tirkiyê yên taybet bi Başûrê Kurdistanê û Iraqê ne tenê di çarçoveya Heftanînê de ne, lê belê herêmên wekî Kerkûk, Şengal, Hemrîn, Hiweyca û Diyala jî digirin nava xwe.

Ev yek bi wergirtina agahiyên ku dewleta Tirk hewl dide komên çekdar ên girêdayî xwe li wan herêman bi navê "Heşd Tirkmenî" ava bike, pêk tê.

Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk hewl dide herêmên li bakurê Sûriyê û Iraqê dagir bike û parçeyên ji her du welatan jî dagir kirin. Her wiha li Sûriyê bi hezaran çete belav kirin û sûcên tirkkirina herêmê û guhartina demografiya wê, bi hewldana sepandina hebûna xwe, bê navber didomîne.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Firatê Ehmed Şêxo beriya niha ji ANHA’yê re wiha gotibû: "Şandina çeteyên tundraw ji Iraqê re ew e da ku baregehekê ji xwe re ava bikin, fitneyên etnîk, mezhebî û nakokiyên neteweyî li tevahî herêmê di navbera sunnî, şîe, Kurd û Ereb de derxin û derî li pêş zêdekirina krîzên li Rojhilata Navîn vekin."

Edîtorê kovara Şerq El-Ewsat El-Demokratî Selah Muslim jî diyar kir ku dewleta Tirk li ser dagirkirina herêmên Kurd û guhartina demografiya wan dixebite, ji Efrînê de heta bi Heftanînê. Da ku Kurdan qir bike. Dewleta Tirk piştî herêmên kurdî dagir bike dê çeteyan û malbatên wan li van herêman bi cih bike, ev jî bi hewldana derxistina fitneyên di navbera Kurd, Ereb, sunnî û şîeyên li herêmê de ye.

Selah Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze bi awayekî demkî li ser sînorê Sûriyê-Iraqê  ku piraniya xelkên wê Kurd û Erebên şîe ne, dewletoka taybet bi çete û malbatên wan ava bike û bi vî şêweyî heta pêkanîna xewna xwe ya Osmaniyan dê çeteyan keysbaz bike.

Gelek raporan belge kiribû ku dewleta Tirk derdora 2 hezar çeteyên sûrî şandin Başûrê Kurdistanê, da ku wan li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar bîne.

Li gorî çavkaniyên ji herêmên Sûriyê yên dagirkirî, şêniyên li wan herêman eşkere dikin ku leşkeriya ji bo pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê jêdereke debarê ye, dewleta Tirk jî vê yekê bi kar tîne û keysbaz dike.

Ji bo vê yekê dewleta Tirk di pêvajoya salên derbasbûyî de li ser xaka xwe, li Sûriyê û Iraqê kampên perwerdekirina çeteyan vekirin û bi hezaran amade kirin da ku tev li şerên xwe bike yan jî  li Rojhilata Navîn wan çeteyan bi kar bîne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y2UWIXXQESM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>