Çalakiya konvedanê ya Hesekê di roja duyemîn de ye

Endamê Meclisa Dirbêsiyê Ekrem Derwîş di bin konê çalakiyê yê li bajarê Hesekê de, bang li gelê herêmê kir ku ji bo yekitiyê hevgirtina xwe xurttir bikin.

Çalakiya konvedanê ya Hesekê di roja duyemîn de ye
Çalakiya konvedanê ya Hesekê di roja duyemîn de ye
Çalakiya konvedanê ya Hesekê di roja duyemîn de ye
Çalakiya konvedanê ya Hesekê di roja duyemîn de ye
Çalakiya konvedanê ya Hesekê di roja duyemîn de ye
13 ÇILE, 2021   12:36
HESEKÊ 

Çalakiya kon a ku Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê organîze kiriye, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Îro 6 şandeyên ji saziyên sivîl û navendên li bajarê Hesekê û Dirbêsiyê serdana kon kir.

Bi armanca rakirina tecrîdê û şermezarkirina kiryarên desthilata Tirkiyê ev 44 roj e girtiyên siyasî di girtîgehên Tirkiyê de di greva birçîbûnê de ne.

Konê çalakiyê ku li hemberî Çerxerêya Dêra Asûriyan a li taxa Til Hecer a Hesekê hatiye vedan, bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, bi dehan wêneyên têkoşeran, alên QSD, YPG, YPJ, Kongreya Star û Ciwanên Şoreşger hatiye xemilandin. Her wiha pankartên "Bi  rihê berxwedana girtîgehan teqez em ê bi ser bikevin” û “Dem dema azadiyê ye” hatin daliqandin.

Di roja duyemîn a çalakiyê de şandeyeke ji nûnerên endamên Meclisa Dirbêsiyê, Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, şandeya Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star beşdarî çalakiya konvedanê bû.

Bi navê Meclisa Dirbêsiyê endamê Ekrem Derwîş û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê Hesekê hevserokê meclisê Ehmed Esad axivîn.

Ekrem Derwîş da zanîn ku ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên ku di girtîgehên Tirkiyê de di greva birçîbûnê de ne, tev li vê çalakiyê bûne. Ekrem got girtiyên siyasî ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî pêk tîne, canê xwe feda dikin.

Di dawiyê de Ekrem Derwîş bang li gel kir ku di vê pêvajoya hesas de hevgirtina xwe xurt bikin, nexasim gelê Kurd û da ku biratiya gelan xurttir bikin û li dijî kompolyên li dijî herêmên xwe bisekinin.

Her wiha hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Esad jî axivî û got Mazlûm Dogan di girtîgehên Tirkiyê de li ber  xwe da û tê koşiya heta ku di girtîgeha Amedê de gihaşt şehadetê. Ehmed Esad piştgiriya xwe ji girtiyên siyasî re nîşan da û destnîşan kir ku ew wek gelên Rojava dê dev ji armancên xwe bernedin.

Tê payîn ku konê çalakiyê 7 rojan dewam bike û şandeyên ji navçeyên kantona Hesekê serdana kon bikin.

(eh)

ANHA