Cenazeyê efserekî Îsraîlê li daristanên El-Xelîl hate dîtin

Artêşa Îsraîlê îro cenazeyê efserekî xwe li daristana Lahav a di navbera El-Xelîl û El-Neqeb de ku hatiye kuştin, dît.

Cenazeyê efserekî Îsraîlê li daristanên El-Xelîl hate dîtin
13 ÇILE, 2021   12:18
XAZA

Kanala Heftemîn a Îsraîlê da zanî ku efser Avî Harlev  di nexweşxaneyên Berzilaî û Soroka de dixebitî, her wiha di nav hêzên berdest de bû.

Kanalê diyar kir ku efser Avî Harlev bi cilên xwe yên fermî ji civîna yekîneya berdest vedigeriya.

Artêşa Îsraîlê der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir. Nehat zanîn ka efser bi destê hêzên Filistînê hatiye kuştin an wî xwe kuştiye.

(dx)

ANHA