Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê: Em ê teqez bi ser bikevin û Efrînê rizgar bikin

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê dagirkirina kantona Efrînê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û tekez kir ku heta qewitandina dagirkeran dê berxwedanê bidomînin.

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê: Em ê teqez bi ser bikevin û Efrînê rizgar bikin
13 ÇILE, 2021   13:05
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî kantona Efrînê kir û di 18`ê Adara heman salê de piştî berxwedana şêniyan a 58 rojan li hemberî hemû cureyên çekan, Efrîn hate dagirkirin.

Beriya çend rojan ji salvegera 3`yemîn a êrişên li ser Efrînê, li kantona Şehbayê çalakî tên lidarxistin.

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê îro li yarîgeha gundê Babinês ê kantona Şehbayê, daxuyaniyek da.

Hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê Mistefa Îsmaîl daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin: “Bi navê Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê em dagirkirina bajarê Efrînê şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker siyaseta tesfiyekirina etnîk û guhertina demografiyê dimeşîne û îradeya gelan û hemû sîstemên demokratîk hedef digire. Her wiha aştî û ewlehiya herêmî û navneteweyî binpê dike. Ew bi rêya çeteyên xwe hewl dide xewna Împaratoriya Osmanî pêk bîne.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku dê berxwedana li hemberî dagirkeran dewam bike û wiha hate gotin: “Gelê herêmê ji roja yekemîn ve xeta parastin û berxwedanê girt û li hemberî hemû rêbazên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker serî netewand. Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, kantona Şehbayê û herî dawî navçeya Eyn Îsa mînakên berbiçav ên berxwedana gelan û redkirina siyasetên dewleta Tirk e. Divê hikumeta AKP`ê zanibe ku sedsala 21`an sedsala azadî, demokrasî û vîna azad e.”

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Bi israr û îradeya ku me ji şehîdên xwe girtiye, em ê têkoşînê dewam bikin û tecrîda li ser rêberê enternasyonalîst Abdullah Ocalan têk bibin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Wekî werzîşvanên herêma Efrîn û Şehbayê, em ê li hemberî faşîzma Tirk bibin mertalên zindî û em ê jiyana azad û birûmet ava bikin. Tekez em ê bi ser bikevin û Efrînê rizgar bikin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V0ulxsZNe4k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>