Li Dêrazorê balafirên nenas baregehên hikumeta Şamê û yên hêzên Îranê kirin hedef

Çavkaniyên herêmî ji ANHA’yê re ragihand ku balafirên nenas navendên hêzên girêdayî hikumeta Şamê û hêzên girêdayî Îranê li rojavayê Dêrazorê, kirin hedef.

Li Dêrazorê balafirên nenas baregehên hikumeta Şamê û yên hêzên Îranê kirin hedef
13 ÇILE, 2021   10:31
DÊRAZOR

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re diyar kir ku bombebarana hewayî baregehên hêzên alîgirên Îranê yên li rojavayê Dêraorê bombebaran kirin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku bombebaran bargeha El-Saeqa û embarên El-Eyaşê yên li rojavayê Dêrazorê û navenda îstixbarata leşkerî ya li Dêrazorê, kirin hedef.

Li gorî heman çavkaniyan, balafirên nenas navendên li derdora bajarê Meyadîn û Bokemalê yên li ser sînorê Iraqê-Sûriyê jî bombebaran kirin.

Bombebaranê ji saet 1’ê şevê heta saet 4’ê danê sibehê, dewam kir.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fgNEhVVN6mw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>