Qibris û Îmaratê peymaneke hevkariya leşkerî îmze kir

Wezareta Parastinê ya Qibrisê hevkariya leşkerî ya bi Îmaratê re ragihand. Her du aliyan der barê pêkanîna tedbîqatên leşkerî yên hevbeş, bernameyên perwerdekirinê û berfirehkirina hevkariyên operasyonan de li hev kir.

Qibris û Îmaratê peymaneke hevkariya leşkerî îmze kir
13 ÇILE, 2021   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Associated Pressê Qibris û Îmaratê yekemîn hevkariya leşkerî îmze kir, her wiha Qibris ya  ku li rojhilata Deryaya Spî ye, hewldana xurtkirina têkiliyên bi dewletên cîran ên li Rojhilata Navîn re dike.

Hevpeymanên leşkerî yên Qibrisê bi Misir, Îsraîl û Urdunê re jî hene û hêzên wê yên çekdar bi hêzên van welatan re tedbîqatan li dar dixin, di heman demê de Qibrisê peymana alîkariyê bi artêşa Lubnanê re jî îmze kir.

Wezîrê parastinê yê Qibrisê Charalambos Pettreads bi rêya telefonê peyman îmze kir û got heke şert û mercên vîrusa Koronayê derfetê bidin, ew ê bi hempîşeyê xwe yê Îmaratê re hevdîtineke rû bi rû pêk bîne.

(eh)