Hêzên dagirker bombeyan li gundên herêma Şehba û Efrînê dibarînin- HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên herêmên Şehba û Efrînê bi dijwarî topbaran dikin.

Hêzên dagirker bombeyan li gundên herêma Şehba û Efrînê dibarînin- HATE NÛKIRIN
13 ÇILE, 2021   10:38
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Semûqa û Herbel û bendava Şehbayê yên kantona Şehba, bi dijwarî topbaran dikin.

Artêşa dagirker her wiha gundên Merenaz, Malikiyê û Şiwarxa yên herêma Efrînê topbaran dike.

Agahiyên girêdayî encamên topbaranê hîna negihaştine ber dest.

(cx)

ANHA