Rojnameyên erebî: Hemleya li dijî hebûna Îranê li Sûriyê dijwartir dibe

Rojnameyên erebî yên îro der barê êrişên asmanî yên li dijî hêzên Îranê li Sûriyê, encamên lihevhatina dewletên Kendavê û rewşa Tûnisê de nivîsin.

Rojnameyên erebî: Hemleya li dijî hebûna Îranê li Sûriyê dijwartir dibe
13 ÇILE, 2021   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÊRIŞÊN ASMANÎ LI DIJÎ HÊZÊN ÎRANÊ LI SÛRIYÊ’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: “Duh hate ragihandin ku baregeheke hêzên Pasdarên Îranê li herêma çolistanê ya Bokemalê ya Sûriyê rastî êrîşeke asmanî hat, lê Îsraîlê berpirsyariya êrişan negirte ser xwe.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li herêma Bokemalê teqînên mezin pêk hatin, piştî ku balafirên şer 4 êriş li dijî baregehên Pasdarên Îranê pêk anîn.

SOHR`ê destnîşan kir ku mîlîsên Îranê û alîgirên wan li gundewarên Dêrazorê li nêzî sînorên Iraqê bi cih dibin, lê belê ew ji tirsa êrişên asîmanî hewl didin cihên xwe biguherînin.

Di 7`ê Çileyê de balafireke bêpîlot wesayîteke hêzên Heşdî Şabî ya Iraqê dema ku hewl dida li nêzî Bokemalê bikeve xaka Sûriyê, hedef girt û di encamê de 4 kesên tê de hatin kuştin.”

‘QETER NAVBENYKARIYÊ DIKE DA KU TIRKIYÊ BIXE NAVA LIHEVHATINA KENDAVÊ’

Der barê encamên lihevhatina Kendavê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Qeter hewl dide hin sûdên din ji lihevhatina Kendavê wergire, ew jî ew e ku hevalbendê xwe Tirkiyê jî bike hevparê lihevhatinê, ev dê bi navbeynkariyê pêk bê, da ku arîşeya bi Siûdiyê re çareser bike. Ev yek dê derî li pêşiya hevkariya aborî û bazirganî veke û Enqere jî vê dixwaze."

‘HIŞYARIYÊN JI BO EL-XENÛŞ’

Têkildarî rewşa Tunisê jî, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Rêveberekî serbixwe yê tevgera Nehda ya Îxwanî li Tunisê, hişyarî da ku dê çarenûsa serok Raşid El-Xenûşî wekî çarenûsa serokê berê Zeyn El-Abîdîn Bin Elî be ku di 14`ê Çileya 2011`an de ji peywirê hate xistin.

Ev yek di çarçoveya rexneyên li dijî El-Xenûşî de pêk tê ku ji ber têkçûna wî ya siyasî, şerên hundirîn ku refên tevgera wî parçe dikin, nixumandina tundiyê û hevkariya wî bi hêzên bi terorê tên tawanbarkirin re yên di hundirê parlamentoyê de, tê rexnekirin. Seroka bloka Partiya Azad a Destûrê Ebîr Mûsî hê duh di civîneke çapemeniyê de got tevgera Nehda dixwaze derbeye li dijî parlamentoyê pêk bîne û wiha lê zêde kir: “Mijar eşkere bûye. Gendelî heye, divê welatiyên Tunisê li dijî wê bisekinin.”

(kn-cx)