Meclisa Deşîşa di nava hewldana çareserkirina pirsgirêkên şêniyna de ye

Meclisa Navçeya Deşîşa piştî giliyên şêniyan, soza çareserkirina pirsgirêkan ku di nav de pirsgirêkên nan û avê jî hene da.

Meclisa Deşîşa di nava hewldana çareserkirina pirsgirêkên şêniyna de ye
13 ÇILE, 2021   08:47
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Şêniyên navçeya Deşîşa ya li hemberî sînorê Sûriyê-Iraqê zehmetiya debarê ji nav, av, kehrebe û  sotemenî dikişînin.

Şêniyên Deşîşa bang li meclisa navçeyê û saziyên xizmetguzariyê kirin ku bi erka xwe rabin û çareseriyan ji van pirsgirêkan re peyda bikin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Komîna Gundê El-Dirêsiyê ya li Til Şayîr Qasim El-Elî got ku Meclisa Sivîl a Deşîşa soz daye ku li herêmê firineke alî  vke da ku pirsgirêka nan çareser bike.

El-Elî diyar kir ku buhabûna nirxê genim ku her kîloyek dighêje 700 lîreyên sûrî û buhayê ard ku her torbeyek dighêje 50 hezar lîreyên sûrî rewşa debarê ya şêniyan dijwartir kir.

Qasim El-Elî destnîşan kir ku şênî zehemtiyên peydakirina ava vexwarinê jî dikişînin û got ku rêya di navbera Deşîşa û Şedadê de dijwar e, ji ber vê yekê sehrîcên avê nikarin bighêjin gund.

Qasim El-Elî di dawiyê de bi lêv kir ku şênî debara xwe bi çandiniyê dikin û ji ber ku nebûna madeya sotemeniyê ya ku ji wan re hatiye veqetandin, dereng ma û êdî barê şêniyan girantir kir.

Şêniyê bi navê Xilêf El-Sayîr jî axivî û got: "Hema bêje xizmetguzarî li Deşîşa tune ne, herêmê hîn jî parên xwe yên madeya mazotê wernegirtiye, ji lew ra dibe  ku mewsimên wan ên avî bi temamî ne baş in."

Xilêf El-Sayîr destnîşan kir ku herêmê debara xwe bi çandiniyê dike û nebarîna baranê û derengmayîna wê bandorê li jiyana şêniyan dike. El-Sayir ew banga alîkariyê û wiha pê de çû:"Herêm zehmetiya ava vexwarinê jî dikişîne, Şaredariya Gel li herêmê her 5 mehan depoyek bi miqdarê 1000 lître av pêşkêşî her malekê dikir, ev jî pirsgirêkeke û divê tavilê were çareserkirin."

Têkildarî gilî û gazinên şêniyan, Hevserokê Meclisa bajarokê Til Şayir Hamid Salih diyar kir ku dê di nava çend rojên pêş de pirsgirêkê çareser bike û wiha berdewam kir:"Krîza avê ya li herêmê ji ber ku sehrîcên şaredariyê xerab bûne û sehrîcên sivîl ên ku peymana xwe bi şaredariyê çêkirine hejmara wan kêm in, ji ber ku herêm dûr û li hemberî sînorê Iraqê ye, her wiha li herêmê tenê stasyona paqijkirinê heye û ew jî hilberîna wê hindik e; rojane tenê 90 metrekab derdixîne."

Hemid Salih da zanîn ku Komîteya Aborî ya navçeyê dê firinekê veke û got: "Pirsgirêka nan dê di nava 20 rojan de were çareserkirin."

Hamid Salih di dawiya gotina xwe de anî ziman ku meclisa navçeyê û aliyên peywendîdar ên li kantona Hesekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên şêniyên Deşîşa û gundewarên wê her tim di nava hewldanan de ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku navçeya Deşîşa nîvê sala 2017`an di pêngava Bagera Cizîrê de ji çeteyan hate rizgarkirin.

(eh)

ANHA