Li Hesekê çalakiya xwedîderketina li bexwedana zindanan dest pê kir

Li bajarê Hesekê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca piştgiriya berxwedana girtiyên di zindanên dewleta Tirk de û bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan konê çalakiyê veda.

Li Hesekê çalakiya xwedîderketina li bexwedana zindanan dest pê kir
Li Hesekê çalakiya xwedîderketina li bexwedana zindanan dest pê kir
Li Hesekê çalakiya xwedîderketina li bexwedana zindanan dest pê kir
Li Hesekê çalakiya xwedîderketina li bexwedana zindanan dest pê kir
Li Hesekê çalakiya xwedîderketina li bexwedana zindanan dest pê kir
12 ÇILE, 2021   15:36
HESEKÊ

Bi diruşmeya "Bi rihê berxwedana zindanan teqez em ê bi serkevin", Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Hesekê çalakiya kon dan destpêkirin. Çalakî bi armanca piştgiriya berxwedana girtiyên siyasî yên di grevên birçîbûnê yên dewleta Tirk a faşîzm de hate destpêkirin û wê 7 rojan dewam bike.

Konê çalakiyê li çerxerêya Dêra Asur a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hate vedan û bi wêneyên şehîdan , alên QSD, YPJ  û YPG'ê hate xemilandin.

Di roja yekemîn a çalakiyê de bi dehan şêniyên kantona Hesekê, endamên Meclisa Jinan a Sûriyê, Kongreya Star, PYD'ê û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê Avrîn Navdar axivî û ev tişt got: "Em ev çalakiya daye destpêkirin da ku piştgiriya berxwedana girtiyên di zindanên faşîzma dewleta Tirk de bikin û sûcên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin."

Navdar diyar kir ku girtiyan tevî binpêkirinên ku li dijî wan têne kirin, ji bo rakirina tecrîda li ser rêbertî berxwedaneke bêhempa raber dikin.

Avrîn Navdar destnîşan kir ku ew ê çalakî û berxwedana xwe bidomînin ta rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan û tevahî girtiyan.

ANHA