Li Şehbayê têkildarî rewşa êzidiyan semînerek hate dayîn

Yekitiyê Êzidiyan a kantona Efrînê semînerek bi sernavê "Dîroka kurdên êzidî yên li çiyayê Kurmênc û piştî dagirkirina Tirkiyê" da.

Li Şehbayê têkildarî rewşa êzidiyan semînerek hate dayîn
12 ÇILE, 2021   15:13
ŞEHBA

Semîner li hola Axîn Welat a Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan ji nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî hate dayîn.

/ar/uploads/files/2021/01/12/130356_shehba-ceten-tirk-28129.webp

Semîner bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Sûad Hiso li ser girêdana êzidî bi xak û ola xwe ve, axivî.

Sûad Hiso êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê şermezar kirin û destnîşan kir ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve gelek cihên pîroz ên êzidiyên Efrînê hatin wêrankirin.

/ar/uploads/files/2021/01/12/130333_shehba-ceten-tirk-28329.webp

Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a katnona Efrînê Mistefa Nabo semînerek da ku ji 5 mijarên bingehîn pêk dihat, dîroka  ola Êzidî,  dîroka êzidiyên li Efrînê, Êzidî di dema hikumeta Şamê de, Êzidî di gel Rêveberiya Xweser de û Êzidî dî piştî dagirkirina Efrînê.

Nabo der barê mijara yekemîn de wiha got: "Ola êzidî, oleke kevnare ye û kûrahiya wê vedigere destpêka mirovahiyê . Yekemîn ola ku banga yekxweda kiriye. Li aliyekî din jî şûnwarên li tevahî Kurdistanê gûmanê dişikîne ku êzidî xwedî damarên dîrokî yên girêdayî şaristaniyên kevnare yên mîna Sumer, Babîl û Med, in."

Nabo wiha domand: "Ev ol li herêma Kevana Zêrîn derket. Her wiha ola Êzidî ya mezinên Kurd mîna Sumer û Horî ye û ola fermî ya împratoriya Med e."

Nabo piştrast kir ku hikumeta Baasê êzidî ji mafên wê yên herî rewa qedexe kir, mîna lidarxistina şahiyan di cejn û baweriyên olî de, bi wê re jî gelek êzidî di boneyên olî de girtin û heta navê ola êzidî di nasnameya êzidiyan de hatiye rakirin.

Nabo da zanîn ku bi pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û di bin banê Rêveberiya Xweser de, êzidiyan mafên xwe wergirtin. Bi wê re jî navenda Yekitiya Êzidiya di 2013’yan de li Efrînê hate vekirin û tê de baweriyên xwe yên olî bi azad pêk anîn.

Mistefa Nabo behsa rewşa êzidiyan piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê kir û wiha pê de çû: "Dagirkeriyê sûc li dijî tevahî perestgehên ola Êzidî ji Qestela Cindo bigire heta bi tevahî gundewarên Efrînê pêk anîn."

Nabo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê sûcên dermirovî li dijî bi hezaran êzidiyan ji revandin, qetilkirin, tecawîzkirina jin, zarok û mezinan pêk anîn."

(fr)

ANHA