Li Reqayê civîna salane ya dayik û hevjînên şehîdan hat lidarxistin

Dayik û hevjînên şehîdan ên Reqayê civîna xwe ya 2020’an li dar xist û tê de astengiyên ku tê re derbas bûne, nirxandin.

Li Reqayê civîna salane ya dayik û hevjînên şehîdan hat lidarxistin
12 ÇILE, 2021   15:50
REQA

Civîn bi beşdariya 100 ji dayik û hevjînên şehîdên Reqa û gundewarên wê li dar ket. Civîn di heman dê de ji bo amadekariyên konferansa yekemîn a dayik û hevjînên şehîdan hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Hîba Abdullah perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên ji jinan re xwend. Dûvre endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Rûmet Tebqa rewşa siyasî nirxand û îşaret bi mijarên sereke yên 2020’an ku jinên li tevahî cîhanê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbasbûne, kir.

Rûmet Tebqa îşaret bi rewşa Sûriyê kir û wiha got: "Ji her kesekî re krîza li Sûriyê û rewşa 10 salan, eşkere ye. Bi destpêkirina bihara gelan û şoreşên li herêmê yên bi navê bihara Ereb re, sûriyan banga azadî û edaletê kirin. Sûrî bi hemû etnîk û pêkhateyên xwe derketin qad û şoreşeke aştiyane li dar xist, tê de banga veguhartin û guhartina demokrasî di binesaziya hikumeta Şamê de, kir."

Rûmet Tebqa di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser destkeftiyên jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û wiha domand: "Destkeftiyên ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê digel Rêveberiya Xweser a Demokratîk de pêk anîne, li kêrî zihniyeta baviksalarî nehatin û tirs xiste dilên wan. Ji lew re bi tevahî şêweyên tund û hovane şerê van destkeftiyan dikin, rojane li dijî jinên li Efrîn û herêmên dagirkirî sûcan pêk tînin. Ev yek jî nîşane ye ku ji vîna jina azad bi tirsin."

Rûmet Tebqa wiha diyar kir: "Em wek dayik û hevjînên şehîdan bi vîna jinan di jiyan û civakê de bawer in, em girîngiyeke mezin didin rol û pêşengtiya wan a di tevahî aliyên jiyanê de. Armanca me jî pêkanîna edalet û wekheviya di navbera jin û mêr de ye. Lê merheleya bê dê dijwar be. Ji lew re divê em xwe ji tevahî zehmetiyên li pêşberî me re, amade bin û divê vîna xwe xurt be. Ji ber vîn her tiştî ava dike."

Rûmet Tebqa wiha gotina xwe bi dawî kir: "Jin hêza afrîner di civakê de ye û dualiyên (jin û welat, jin û civak, jin û siyaset, jin û azadî, jin û demokrasî, jin û xweşikbûn, jin û exlaq) girêdayî hêza jinan a hundirîn in û ew jiyanê xweşik û pîroz dikin."

Li dawiyê civînê, jinan nîqaş kir û nêrînên xwe pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mDyN_jL7DKo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>