Li bajarokê Rubarya pêşangehek hate vekirin

Komîteya Perwerdeyê bi koordîneya Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Rubariya ya li navçeya Dêrikê pêşangeha amûrên gelêrî vekir. Di pêşangehê de 300 amûrên çandî yên kevnar û destkarî hatin pêşandan.

11 ÇILE, 2021   13:58
QAMIŞLO

Bi armanca xurtkirina têkiliya nifşên nû bi çanda kurdî re, Komîteya Perwerdeyê bi koordîneya Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Rubarya ya li navçeya Dêrikê pêşangeha amûrên gelêrî û destkariyan li Dibistana Şehîd Dêrsim Umren vekir.

Komîteya pêşangehê bi bîr xist ku wan amûrên gelêrî ji şêniyên gundên Rubarya û Carudiye yên li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê kom kirine. Amûrên wekî das, destarê kevir, amûrên çandiniyê yên berê, teşî û kutikê savar û goşt hatin pêşendan.

Li rex wê jî destkariyên ku ji rîs çêdibin û nexşkirina cil û bergan hatin pêşandan.

Şêniyên gundên meclisa bajarokê Berav û navçeya Dêrikê dikarin di dirêjahiya 3 rojan de serdana pêşangehê bikin.

He wiha di pêşangehê de zêdetirî 50 tabloyên şagirtê bi navê Silêman Îbrahîm ê ji gund Rubarya ku di encama nexweşiya kanserê de îlona borî jiyana xwe ji dest da, hatin pêşendan.

Têkildarî amûrên ku di pêşangehê de hatine pêşendan, çavdêra pêşangehê Semîre Delî got: “Em ji pêşangehê armanc dikin ku dîroka herêmê û çanda kurdî bi nifşên nû bidin naskirin.”

Mamosteya Dibistana Şehîd Dêrsim Osman, Xelat Osman da zanîn ku pêşangeh dê heta êvara çarşemê li pêşiya şêniyan û xwendekaran vekirî be.

Xelat gor: “Piraniya amûrên ku hatine pêşkêşkirin, yên şêniyên gundên Carudiye û bajarokê Rubarya ne, bi taybet amûrên girêdayî çandiniyê, çêkirina rîs û karên destan.”

Di roja yekemîn a pêşangehê de xwendekarên Dibistana Şehîd Dêrsim Umran helbest xwendin. Tê payîn ku pêşangeh heta êvara çarşemê bidome.

(şx)

ANHA