Yemenê biryara DYA’yê ya têkildarî Hûsiyan bi erênî nirxand

Wezareta Karên Derve ya Yemenê biryara dawîn a DYA’yê ku komên Hûsiyan wek rêxistineke biyanî ya terorîst bi nav kir, erênî nirxand û destnîşan kir ku ev biryar li gorî daxwazên hikumeta Yemenê ye.

 Yemenê biryara DYA’yê ya têkildarî Hûsiyan bi erênî nirxand
11 ÇILE, 2021   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Yemenê îro daxuyaniyek da û piştrast kir ku “komên Hûsiyan layîqî vê wesfê ne, ji ber ku hewl didin ku nakokiyan bidomînin, kiryarên terorîst û aloziyên mirovî li cîhanê pêk bînin”.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Koma Hûsiyan gelek sûcên li dijî mafên mirovan û binpêkirinên qanûnên navneteweyî wekî teqandina malan, girtin û îşkencekirina rojnamevan û çalakvanên siyasî, rûxandina saziyên aborî li Yemenê, dorpêҫkirina bajaran û hedefgirtina sivîlan û hwd pêk anîn.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desteka Îranê ya îdeolojîk, aborî û leşkerî ji Hûsiyan re, rê li pêşiya wan vekir ku “kiryarên terorîstî” pêk bînin.

(dm)