Çeteyên DAIŞ'ê êrişeke din bire ser hêzên hikumeta Şamê: Kuştî û birîndar hene

Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê êrişeke din bire ser hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê. Di encamê de bi kêmanî 8 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê êrişeke din bire ser hêzên hikumeta Şamê: Kuştî û birîndar hene
11 ÇILE, 2021   14:30
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li beyare başûrê Dêrazorê êrişeke din bire ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên Lîwa El-Quds a Filistînê yên alîgirê wê.

Di encama êrişê de herî kêm 8 endamên hêzên hikumeta Şamê û Lîwa El-Quds hatin kuştin û 11 endamên din jî birîndar bûn.

Li gorî SOHR, rewşa gelek birîndaran jî xeter e. Ji ber wê ihtîmal heye ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Çeteyên DAIŞ`ê piştî êriş pêk anîn, ji herêmê vekişin. Piştre hêzên hikumeta Şamê û Lîwa El-Quds sewqiyat derbasî herêmê kirin û dest bi hemleya lêgerînê li dijî şaneyên çeteyan kir.

(şx)