Partiya Sûriya Pêşerojê: Hikumeta Şamê berpirsê girtina rêyên çareseriyê ye

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê konê çalakiyê li taxa Şêxmeqsûd veda û êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Hikumeta Şamê berpirsê girtina rêyên çareseriyê ye
11 ÇILE, 2021   11:54
HELEB

Rêzeçalakiyên li dijî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsayê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de îro Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma "Na ji dagirkeriyê re, na ji dijiminahiyê re, bi ruhê şehîdên xwe em ê bi ser bikevin" konê çalakiyê veda.

Kon li Qada Şehîd Destîna ya li rojhilatê taxa Şêxemqsûd a Helebê hate vedan û bi wêneyên şehîdan hate xemilandin. Bi dehan nûnerên partiyan û kesayetên serbixwe serdana konê çalakiyê kir.

/ar/uploads/files/2021/01/11/111542_mhmd-hjy-mstfa.webp

Di çalakiyê de, serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê Mihemed Hecî Mistefa axivî û bal kişand ser siyasetên aliyên şerê li Sûriyê ku daxwaz û hêviyên gelê Sûriyê paşguh kirin û siyaset xistin xizmeta berjewendiyên hêzên herêmî û navndewletî.

Hecî Mistefa girtina rêyên çareseriyê spart gelek faktorên hundirîn û derve û got: "Hikumeta Şamê û saziyên wê yên zordariyê ji aliyekî ve û tunebûna projeyên siyasî yên nîştimanî li gel opozîsayonê ji aliyekî din ve, berpirsên rêgirtina çareseriyên siyasî ne."

/ar/uploads/files/2021/01/11/111532_rwhyf-ahmd.webp

Endama Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Rohêv Ehmed jî bal kişand ser girîngiya yekitiyê û karkirina li gorî pêdiviyên qonaxa heyî. Rohêv bêdengiya Rûsyayê li hemberî êrişan, şermezar kir.

Rohêv her wiha tekez kir ku çavnebariyên dewleta Tirk a dagirker û xewnên wê yên dagirkeriyê dê bi saya fedakariyên şervanên QSD`ê têk biçin.

/ar/uploads/files/2021/01/11/111501_bdran-hmw.webp

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Bedran Hemo jî wiha got: "Êrişên li dijî Eyn Îsa û li dijî xaka Sûriyê bi giştî, ne êrişên destpêkê ne û dê ne yên dawiyê bin. Ew êriş li dijî destkeftiyên me ne."

Hemo tekez kir ku wan her tim hewl daye hemû beşên civaka Sûriyê bikin yek da ku rê li êrişên li ser Eyn Îsayê û hemû herêmên Sûriyê bigirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XlJ_lQCDdnw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>