Kesên nenas rûspiyekî qebîleya El-Igêdat û kurê wî kuştin

Kesên nenas êrişî mala rûspiyekî qebîleya El-Igêdat a li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kir û ew û kurê wî kuştin.

Kesên nenas rûspiyekî qebîleya El-Igêdat û kurê wî kuştin
11 ÇILE, 2021   11:03
 DÊRAZOR

Li gorî agahiyan, îro kesên nenas bi ser mala rûspiyê qebîleya El-Igêdat a Dêrazorê şêx Telyûş Elafî El-Şetat de girt û ew tevî kurê wî Mehmûd kuştin. Bûyer li gundê Hewaic Zêban ê rojhilatê Dêrazorê pêk hat.

Hate zanîn ku Mehmûd di werşeyên girêdayî Daîreya Kehrebeyê ya Dêrazorê de kar dikir.

Di Tebaxa borî de jî kesên nenas êrişî erebeya serekekî eşîra El-Igêdat şêx Îbrahîm Xelîl Cedian El-Hefel kiribû û di encamê de şêx Metşer Hemûd Cedian El-Hefel ku di heman erebeyê de bû, tevî ajokarê erebeyê hatibûn kuştin û şêx Îbrahîm El-Hefel jî birîndar bûbû.

Têkildarî mijarê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê wiha da zanîn: “Ev karê terorîstî tê wateya hedefgirtina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldaneke tirsonek a derbkirina jiyana hevbeş û biratiya gelên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, da ku fitneyê derxin û aramî û ewlehiya herêmê têk bibin.”

(cx)

ANHA