Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kesên din bi koronayê ketin
11 ÇILE, 2021   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa piştrast kir ku nexweşên vîrusê 12 mêr û 13 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 5
Qamişlo: 3
Dêrik: 5
Kobanê: 3
Reqa: 4
Tebqa: 3
Minbic: 1
Şehba: 1

Dr. Ciwan Mistefa bi bîr xist ku kesekî jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî baş bûne.

Bi van daneyên nû re, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 hezar û 252 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 284 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 163 kes jî baş bûne.

(cx)