Hêzên hikumeta Şamê êrişî ‘Artêşa Nesir’ kir: 11 çete hatin kuştin

Hêzên hikumeta Şamê li Sehil Xab li dijî çeteyên ‘Artêşa Nesir’ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişek pêk anî û zêdetirî 11 çete hatin kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê êrişî ‘Artêşa Nesir’ kir: 11 çete hatin kuştin
11 ÇILE, 2021   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke hêzên hikumeta Şamê li eniya Enkawî ya Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê êrişî nuqteyeke çeteyên Artêşa Nesir kir ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin û di nava "’Eniya Nîştimanî’ de cih digirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di operasyonê de 11 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn û çeteyên Artêşa Nesir paşde vekişîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh hêzên hikumeta Şamê deverên li Fatîre, Kensefra, Sifohin û Bênên ên gundewarên başûrê Idlibê û Qilêdîn û Enkawî yên Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kiribûn.

(cx)