Şêniyên Reqayê: Êrişên li dijî Eyn Îsayê azadî û aramiya me dikin armanc

Şêniyên Reqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştrast kirin ku êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê azadî û ewlehiya tevahî gelên herêmê armanc dikin.

Şêniyên Reqayê: Êrişên li dijî Eyn Îsayê azadî û aramiya me dikin armanc
11 ÇILE, 2021   09:05
REQA - XALÊD EL-CUMA

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeya Eyn Îsayê di gel bêdeniya navdewletî bi giştî û bêdengiya garantorê rûsî bi taybet berdewam in.

Şêniyên gundê Reşîd ê Reqayê bi çalakiyeke protestoyî destwerdan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê de şermezar kirin û berxwedana QSD'ê silav kir

Şêniyê bi navê Selûm Salim ê ji gundê Reşîd axivî û got: "Em şêniyên gundewarên rojavayê Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me şermezar dikin. Ji ber çi êrişa li dijî Eyn Îsayê, êrişa li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Salim diyar kir ku piştî QSD'ê herêmên wan ji DAIŞ'ê rizgar kirin, ew niha bi aramî dijîn, lê belê dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku aramiya herêmê têk bibe.

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Mihemed Osman wiha axivî : "Em şêniyên gundê Reşîd van êrişên li dijî herêmên me red dikin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze van herêman dagir bike, da ku dewleta Osmanî vejîne. Lê Eyn Îsa dayika vê herêmê ye û em qebûl nakin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir bikin."

Fatime Ehmed jî wiha bi lêv kir: "Em îro li vê derê kom bûn, da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî axa me ya  Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet Eyn Îsayê red bikin".

Fatime Ehmed berxwedana şervanên  QSD’ê ya di eniyên berxwedanê de silav kir got: "Ez ji ciwanên me yên di eniyan şer de dibêjim ku em li pişta we ne û berxwedana we silav dikim"  Em li vir in da ku bêjin em hemû fedayî xaka xwe ne."

Fatime Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em jinên sûrî dê tevî ciwanên xwe axa xwe biparêzin û li hember êrişên dermirovî, bê deng namînin."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0TZL7RIdDW0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>