Li rojhilatê Kobanê dewriyeya hevbeş a Rûsya-Tirkiyê

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî hêzên artêşa Tirk a dagirker li gundên rojhilatê Kobanê yên li ser sînorê bi Bakurê Kurdistanê re, dewriyeyeke hevbeş meşand.

Li rojhilatê Kobanê dewriyeya hevbeş a Rûsya-Tirkiyê
11 ÇILE, 2021   08:32
KOBANÊ

Dewriye ji 4 panzêr û 2 helîkopterên Rûsyayê û 4 panzêrên Tirkiyê pêk hat û ji gundê Xerîb ê li rojhilatê bajarê Kobanê dest pê kir.

Dê dewriye di gundên sînorî yên rojhilatê Kobanê re bigere û piştre vegere nuqteya destpêkê. Dê panzêrên artêşa Tirk a dagirker vegere baregehên xwe û panzêrên Rûsyayê jî dê vegerin baregehên xwe yên li herêmê.

Meşandina dewriyeyan di çarçoveya lihevkirina 22`yê Cotmeha 2019`an a li bajarê Soçiyê di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de, pêk tê.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vCkQFP1r_5s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>