Li Rojhilat 11 xwendekar û çalakvan hatin destgîrkirin

Hêzên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê di 2 rojên dawîn de herî kêm 11 xwendekarên zanîngehê û çalakvanên sivîl destgîr kirin.

Li Rojhilat 11 xwendekar û çalakvan hatin destgîrkirin
11 ÇILE, 2021   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Êriş û zextên rejîma Îranê yên li ser xwendekar û çalakvanên sivîl ên li Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di nava 2 rojên dawîn de herî kêm 11 xwendekarên zanîngehê û çalakvanên civaka sivîl ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine destgîrkirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku xwendekar û çalakvan li bajarên Kerec, Mehabad, Rebet û Merîwanê hatine destgîrkirin.

Navê kesên destgîrkirî wiha ne: Ferzad Silêman, Suheyb Badruc, Şepol Xizrî, Derya Talebanî, Selar Rehuî, Sîrwan Nurî, Efşîn Mam Ehmedî, Behman Yusif Zade, Ferhad Musapur, Ferîdun Musapur û Dana Semedî.

Hate zanîn ku kesên destgîrkirî birine cihekî nediyar û heya niha li ser sedema destgîrkirinê tu agahiyek nehatiye belavkirin.