'Rêbertî di her 5 hevdîtinan de banga avakirina yekitiya kurdan kir'

Apê Xelef Necar ê 5 caran bi rêber Abdullah Ocalan re civiyaye li ser zimanê wî wiha dibêje:"Ji ber hevgirtineke me tune ye, dê komployên li dijî gelên me berdewam bikin. Ji ber vê divê em yekitiya partiyên kurdî yên siyasî û gelê herêmê çêkin, da ku em bi ser bikevin."

'Rêbertî di her 5 hevdîtinan de banga avakirina yekitiya kurdan kir'
10 ÇILE, 2021   09:13
HESEKÊ-BASIL REŞÎD-HENAR ÎBRAHÎM

Desthilata dewleta Tirk ji dema ku rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de dîl girt, siyasetên hovane li dijî wî pêk tîne. Her çi qasî ku CPT der barê sûcên Tirkiyê de rapor eşkere kirin, lê dîsa jî desthilata Tirkiyê tecrîda li ser rêbertî tundtir kir.

Li gorî çavdêr û gelê Kurd bi giştî û kesên ku bi rêber Abdullah Ocalan re civiyane bi taybet, mijara ku AKP`ê şantej dike; fikirê rêbertî ye,  ji ber ku ev felsefeya wî li ser bingeha demokrasî û jiyana hevbeş hatiye avakirin, di heman demê de kilîta peydakirina aramî û ewlehiya li Rojhilata Navîn e.

Xelef Necar ê 60 salî zêdetirî carekê bi rêber Abdullah Ocalan re li Lubnanê û Sûriyê civiyaye.

ꞌEM JI BO TEVAHIYA GELÊ BINDEST DIXEBITINꞌ

Xelef Necar anî ziman ku cara yekemîn di sala 1989`an de tevî hejmareke malbatên şehîdan, welatparêzan û nixuriyê xwe Dara li Lubnanê bi rêber Abdullah Ocalan re civiyan.

Necar li ser hevdîtina yekemîn wiha dibêje: "Kêfxweşiya me ya bi dîtina rêbertî nedihat wesifandin. Rêbertî 4 saetan axivî û axaftinên wî li ser doza Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, dijminên netewa Kurd û pirsgirêkên di navbera gelê Kurd de bûn."

Xelaf Necar wiha gotina xwe dewam kir: "Rêbertî got  ku partiya me dewlemend e, em ne tenê ji bo doza kurdî dixebitin, lê ji bo hemû gelên bindest dixebitin."

Xelef li ser zimanê rêber Abdullah Ocalan got:" Bi hebûna gelê ku li qadan  ê dikoşin em ê di zûtirîn dem de bigihêjin armanc xwe û divê em ji hemû cîhanê re hebûna xwe isbata bikin.

'BANGA GIRÊDANA BI DOZA KURD Û DÛRKETINA JI BERJEWENDIYÊN KESAYETÎ KIR'

Cara duyemîn ku Necar bi rêber Abdullah Ocalan re civiya, di sala 1990`î li Lubnanê bû. Di vê der barê de Necar destnîşan kir ku hevdîtinên wan ên bi rêbertî re di dema xwe de pêk dihatin, ji ber rêbertî girîngî dida dem û karê di wexta xwe de.

Xelef Necar da zanîn ku "Rêbertî di hevdîtinê de îşaret bi mijara doza kurdî û dûrketina ji berjewendiyên kesayetî kir, her wiha îşaret bi tevlêkirina pêkhateyan nava partiyê kir, banga piştgiriya hemû gelê bindest kir û got ku partiya me hemû pêkhate û ol di nava xwe de digire."

Necar da zanîn ku perspektîfên ku rêber Ocalan ji malbatên welatparêz û têkoşer re digot, niha di sîstema Rêveberiya Xweser de pêk tê û dikeve xizmeta hemû pêkhateyan.

ꞌKENGÎ TU BIKEVÎ EZ Ê ALÎKARIYA TE BIKIN Û NEHÊLIM TU BIKEVÎꞌ

Necar behsa hevdîtina cara sêyemîn a bi rêber Abdullah Ocalan re ku 1992`an de çêbû kir û wiha axaftina xwe domand: "Rêbertî li ser kevirekî sekinî û got, gelî hevalan li vê derê ez û Celal Talabanî sekinîbûn û hindik mabû ku Celal biketa, lê min bi milê wî girt û jê re got, kengî tu bikevî ez ê alîkariya te bikin û ez ê tu carî nehêlim tu bikevî."

DIYARKIRINA ROLA JINAN DI CIVAKÊ DE

Hevdîtina çaran a Xelef Necar a bi rêber Abdullah Ocalan re li di sala 1993`yan de Lubnanê û bû. Necar diyar kir di hevdîtina çaran de rêbertî behsa hestiyariya pêvajoya ku gelê Kurd tê re derbas dibe û rola jin di civakê de kirin.

Xelef Necar diyar kir ku di wê demê de rêbertî gotibû ku li  dijî wan komployên mezin hene, îşaret bi girîngiya rola jinan di civak û partiyê de kiribû û wiha gotibû:"Cîhan pêk ve mafên jinan desteser kirine, erka me ye ku roleke jinan di civakê de hebe û şoreşa me şoreşa jinê  be."

Necar bi domdarî got: "Serkeftinên ku îro jinan li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, berhemên fikir û felsefeya rêber Apo ye."

ꞌJI BER ÎXANETÊ ME GELEK BERDÊL DANꞌ

Di sala 1994`an de li dijî Ciyayên Qendîlê gelek êrişên ji aliyê PDK`ê û Îranê ve pêk hatin.

Xelef Necar got " Di hevîdtina me ya dawî de ya bi rêbertî re ku sala 1994'an pêk hatibû, rêbertî got, ji ber îxanetên ku çêbûne, me gelek berdêl dane."

Her wiha destnîşan kir ku rêbertî di hevdîtina dawî de giraniya da mijara dûrketina ji şerê birakujiyê yê kurdî-kurdî û ev tişt got: "Rêbertî got ku AKP`ê ji bo şerê navxweyî derxîne, kurdan di hemû şer û êrişên xwe de dişîne eniyên pêş."

Xelef Necar di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe ava bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêbertî digot ji ber hevgirtineke me tune ye dê komloyên li dijî me berdewam bikin, ji ber vê divê partiyên kurd û gelê herêmê yekitiya xwe çêkin da ku serkeftinan bi dest bixin."

ANHA