Jinên koçber: Em ê li ber xwe bidin û nehêlin Eyn Îsa were dagirkirin

Jinên ku ji dagirkeriya dewleta Tirk ji warê xwe hatine koçberkirin, têkildarî êrişên li ser navçeya Eyn Îsayê gotin ku armanca dewleta Tirk dagirkirina navçeyê û koçberkirina niştecihên wê ye. Jinan destnîşan kirin ku ew ê li ber xwe bidin û nehêlin ku navçe were dagirkirin.

Jinên koçber: Em ê li ber xwe bidin û nehêlin Eyn Îsa were dagirkirin
10 ÇILE, 2021   10:00
MINBIC-SELWA ABDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişî herêmên Rojhilatê Sûriyê, bi taybet navçeya Eyn Îsayê dikin. Li hemberî van êrişan civaka navneteweyî, di serî de Rûsya ya garantora agirbestê û xwedî baregeheke leşkerî li herêmê bê deng in.

Têkildarî mijarê koçbera ji Serêkaniyê Xanim Mihemed got ew bi darê zorê ji xaka xwe hatin koçberkirin û diyar kir ku bûyerên niha li Eyn Îsayê rû didin dubarekirina bûyerên li Serêkaniyê ye.

Xanim Mihemed îşaret bi sûcên dagirekrn ên li dijî jinên û sûcên talankirina mal û milkên sivîlan û şiwitandina malan kirin.

Xanim Mihemed êrişên li dijî herêma Eyn Îsayê şermezar kirin û wiha domand: " Çarenûsa dagirkeriyê ber bi dawiyê ve ye. Baweriya me bi QSD`ê heye ku ew ê herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Xanim Mihemed got ku civaka navneteweyî şewqa kesk daye dewleta Tirk da ku êrişî herêmê bike û dagir bike.

Koçbera ji kantona Girê Spî ya dagirkirî Îlham Elî jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewldana dagirkirina Eyn Îsayê dikin û li herêmên ku bi saya şehîdan hatine rizgarkirin komkujiyan pêk bînin.

Îlham Elî got: "Em ê rê nedin dagirkeran û heta rizgarkirina xaka xwe em ê li ber xwe bidin."

Koçbera bi navê Ezîza Îbrahîm jî axivî û got, armanca dewleta Tirk koçberkirina şêniyên resen ûbicihkirina kesên biyanî ye, her wiha dixwaze li herêmê împaratoriya Osmanî zindî bike.

Ezîza Îbrahîm soza berxwedana li dijî planên dagirkeriyê da û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Bila tevahî cîhan nas bike ku em ê heta dilopa dawîn parastina xak û rûmeta xwe bikin û dê jiyanê li herêmên me yên dagirkirî vegerînin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ok4kWpk7w5E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>