YPG`ê nasnameyên 8 şehîdan aşkere kirin

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 8 şehîdan ragihandin û diyar kir ku “Di têkoşîna me de qehremaniyên mezin û dîrokî derketin holê û bi hezaran keç û xortên vî welatî ji bo azadiya mirovahiyê xwe feda kir û ji bo pêşeroja mirovahiyê bûn ronahî.”

YPG`ê nasnameyên 8 şehîdan aşkere kirin
10 ÇILE, 2021   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 8 şehîdan ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, aşkera kirin.

YPG’ê destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jiyaneke azad û demokratîk têkoşîneke bêhempa derxist holê û wiha diyar kir: “Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro, têkoşîna ku li hember hêzên paşverû û dagirker ên dijminên mirovahiyê hat meşandin, ji bo hemû gelên cîhanê bû mînakeke bêhempa. Di vê têkoşînê de qehremaniyên pir mezin û dîrokî derketin holê û bi hezaran keç û xortên vî welatî ji bo azadiya mirovahiyê xwe feda kir û ji bo pêşeroja mirovahiyê bûn ronahî. Ev ronahî ku îro ji her demê zêdetir rêya me ronî dike û di têkoşîna me ya li hemberî paşverûtî û dagirkeriyê de, moral û hêzeke pir mezin dide me. Em deyndarê wan şehîdên xwe yên leheng in û em ê ji bo ku xeyal û armanca wan bibe heqîqet, heta dawiyê bi biryardariyeke mezin di nav têkoşînê de bin.”

YPG’ê têkildarî şehîdan ev agahî parve kirin: “Sala 2014’an, êrişên çeteyên DAIŞ’ê li hember gelê me di asteke bilind de bû. Li hember wan êrişan li her derê gelê me û şervanên me di nav têkoşînê de bûn. Li gundewarên Helebê, çeteyên DAIŞ’ê bi hemû rêbazên dermirovî êriş û qetlîam li hember gelan didan meşandin û li hember vê jî berxwedaneke mezin derketibû holê. Hevrêyên me Ehmed El-Hesen, Ehmed Xidro, Şaban Îbrahîm, Elî El-Hilo, Mihemed Elî El-Beşar, Mıstafa Mehmûd û Beşar Qasim di vê berxwedanê de gihaştin asta şehadetê.

Her wiha hevrêyê me Karwan Efrîn di 02 Çile 2021’an de di encama qezayekê de gihaşt asta şehadetê. Em wan şêhîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Karwan Efrîn

Nav û Paşnav: Hemnî Îhsanî

Navê Dayikê: Hajer

Navê Bav: Kawa

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 02 Çile 2021

Nav û Paşnav: Ehmed El-Hesen

Navê Dayikê: Nûriye

Navê Bav: Zekeriya

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

Nav û Paşnav: Ehmed Xidro

Navê Dayikê: Melîha

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

Nav û Paşnav: Şeban Îbrahîm

Navê Dayikê: Eyuş

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

Nav û Paşnav: Elî El-Hilo

Navê Dayikê: Behiye

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

Nav û Paşnav: Mihemed Elî El-Beşar

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

Nav û Paşnav: Mistafa Mehmûd

Navê Dayikê: Zeyno

Navê Bav: Welîd

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

Nav û Paşnav: Beşar Qasim

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014