​​​​​​​Idlib kaxezeke zextê ya bi girêk ji bo danûstandinê ye

Li gorî texmînan, tevgerên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker û zêdebûna sewqiyetên wê bi hewldana ku rê li ber operasyoneke leşkerî ya hikumeta Şamê li Idlibê bigire ku baregeha dawî ya çeteyên wê ye. Di heman demê de da ku derbarê Eyn Îsayê de fişarê li Rûsyayê bike.

​​​​​​​Idlib kaxezeke zextê ya bi girêk ji bo danûstandinê ye
10 ÇILE, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Li 'Herêma bêçek' a ku bi biryara rûsî-tirkî di Tîrmeha 2017’an de hatiye avakirin û ya ku ji çiyayên bakurê rojhilatê Laziqiyê heta bi bejahiyên bakurê rojavayê Helebê, Hema û Idlibê ye, tevgerên bênavber û gur ên dewleta Tirk a dagirker hene. Li aliyekî din jî dewleta Tirk ji hin nuqteyan vedikişe û li hin nuqteyên nû xwe bi cih dike û xurt dike.

VEKIŞÎNA JI NUQTE Û BICIHKIRINA LI NUQTEYÊN NÛ

Dewleta Tirk a dagirker di 4’ê vê Çileyê de gelek nuqteyên nû li ser rêya Heleb-Laziqiyê ya M4, nexasim jî li nêzî Kifêr li başûrê Pira Şixor û derdora Bedama Ziêniyê ya rojavayê Pira Şixor û li nêzî nuqteya dawî ya dewriyeyên hevbeş ên rûsî-tirkî li Eyn Hor ava kirin.

Ji dawiya Texba 2020’an ve dewriyeyên hevbeş ên rûsî-tirkî tune ne, lê beriya wê anku ji Adarê heta bi Tebaxê zêdetirî 26 dewriye pêk hatin. Lê di encama êrişên bênavber ên li dijî dewriyeyan de dewriye hatin rawestandin.

 ‘ARMANCA VEKIŞÎNA DEWLETA TIRK JI NUQTEYAN, KÛRKIRINA LIHEVKIRINÊN LI BAKURÊ SÛRIYÊ YE’

Girêdayî mijarê, rojnameger û analîzvanê siyasî Malik Hafiz wiha got: "Armanca ji vekişîna dewleta Tirk a ji nuqteyan ew e ku lihevkirinên derbarê bakur, rojhilat û rojavayê Sûriyê de kûrtir bibin. Li aliyekî din jî Rûsya dixwaze parekî mezin a kontrolkirina bakurê rojavayê Sûriyê (derdora M4, başûrê Idlib û bakurê Laziqiyê) bi dest bixe. Lê herêma Eyn Îsayê ji ber ku li aliyekî ye bi tenê nabe beşek ji lihevkirinê." 

VALAKIRIN Û XURTKIRINA NUQTEYÊN NÛ

Di demekê de ku dewleta Tirk hêzên xwe ji nuqteyên dorpêçkirî yên di nava herêmên hikumeta Şamê de vedikişîne, li aliyekî din jî hêzên xwe li nuqteyên nû belav dike û xurt dike.

Hêzên dewleta Tirk bi awayekî sereke li çiyayê Zawiyê yê bejahiya başûrê Idlibê, nexasim li bajarok û gundên li eniyên şer ên bi ser hêzên hikumeta Şamê ve tên belavkirin.

Dewleta Tirk a dagirker li heman herêmê bi hezaran leşker û alavên leşkerî belav kirine û rojane bi dehan alavên leşkerî, lojistîkî û leşkeran bi rêya dergeha Kefer Lûsîn a bi ser Lîwa Iskenderon ve ya li bakurê Idlibê derbasî herêmê dike.

Têkildarî mijarê, Malik Hafiz wiha domand: "Tevger û sewqiyetên dawîn ên dewleta Tirk li Idlibê peyameke siyasî ji Rûsyayê re ji bo pêşdeçûnên li Eyn Îsayê ye. Bi wê re dewleta Tirk hewl dide Eyn Îsayê ya di bin kontrola QSD’ê de, dagir bike."

 ‘RÛSYA BI EYN ÎSAYÊ DEWLETA TIRK ŞANTAJ DIKE’

Hafiz wiha gotina xwe berdewam kir: "Ji bo Rûsya, ji ber ku rewşa li bakurê rojavayê Sûriyê nehatiye guhartin, dibîne ku lezkirin ne ji berjewendiyên wê ye. Ji ber rewşa li bakurê rojavayê Sûriyê li ser asta serweriya komên terorîst, di serî de Cebhet El-Nusra nayê guhartin  û tu lihevkirinên li ser şêweya serwerî û rêvebirina herêmê jî tune ne. Rûsya naxwaze rewşa kontrolkirinê li bakurê rojavayê Sûriyê bi vî şêweyî be. Ji lew re Eyn Îsa weke derfeteke nû ya şantajkirina dewleta Tirk dibîne û tiştê ku ew dixwaze nade."

JI SIBATA PAR DE, 11 HEZAR Û 185 EREBE Û ALAVÊN LEŞKERÎ YÊN TIRKIYÊ DERBASÎ XAKA SÛRIYÊ BÛNE

Ji Sibata par û heta niha de, zêdetirî 11 hezar û 185 erebe û alavên leşkerî yên dewleta Tirk derbasî xaka Sûriyê bûne, ku ji tank, loderên barkirina leşker, panzer û mewziyên nobetdariyê yên li dijî guleyan û radarên leşkerî pêk dihat.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li 64 nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirk ên li "herêma bêçek", 12 hezar leşkerên dewleta Tirk, zêdetirî 8 hezar lavên leşkerî hene, ji nav wan nuqteyên jî 4 nuqte sereke hene û ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve nehatine dorpêçkirin; nuqteya Iştebreq a li rojavayê Pira Şixor û Zeytûnê ya li çiyayê Tirkmen, Selwa ya li bejahiyên bakurê Idlibê û Kelha Semanê ya li bejahiya rojavayê Helebê.

 ‘LI IDLIBÊ GIRÊBESTEKE KEVN –NÛ LI SER HESABÊN HERÊMÊN DÎTIR’

Malik Hafiz destnîşan kir ku ger girêbest pêk hat, ya kevn-nû ye û wiha domand: "Rûsya niyet dikir ku Eyn Îsa, Minbic û hin bejahiyên bakurê li Helebê bixe nava girêbesta bi dewleta Tirk re. Lê ev derfet bi pêşdeçûnên destwerdanên Amerîkayê yên li bakurê Sûriyê û hedefgirtina Huras El-Dîn re kêm bû. Li gel wê jî ev derfet bi şerê li Qerebaxê û girêka di dosyaya di navbera Rûsya û Tirkiyê de jî çêbûye, kêm bû."

Malik da zanîn ku her bazareke di navbera Rûsya û dewleta Tirk de pêk were, ne tenê vekişîna hêzên dewleta Tirk ji nuqteyên çavdêriyê yên dorpêç kiriye, lê belê da Rûsya Eyn Îsayê radestî dewleta Tirk bike.

 ‘ÎRAN LI DERVEYÎ BAZARIYA RÛSYA Û TIRKIYÊ YE’

Der barê rola Îranê li "Herêma bêçek" de, Malik Hafiz diyar kir ku ji dema ku Lavrov di dawiya par de ragihand ku şerê di navbera rejîm û opozîsyonê de bi dawî bû û beriya jî ragihandina lihevkirina Rûsya-Tirkiyê ya Adara 2020’an li ser Idlibê ye, Îran bi

Hafiz bi lêv kir ku çareserkirina pirsgirêka Idlibê telihev e û wiha got: "Rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump ji aliyê siyasî ve girîngî nedida çareserkirina pirsgirêka Idlibê. Niha jî dê rêvebertiyeke nû hebe. Li aliyekî din jî tevlihevkirina dosyayan di navbera Rûsya û dewleta Tirk de bandoreke li çareserkirina Idlibê kir, li gel wê jî pandemiya vîrusa Koronayê bandorek li çareserkirinê kir."

Hafiz axivî kir ku aliyên destwerdêr, di serî de Rûsya, ji aliyê siyasî li Sûriyê ve nagihînin nexşekirina çareyeke dawîn, lê rûbereke fireh ji xaka Sûriyê xist bin kontrola xwe, dê li çareseriyê bigirin.

Rojnameger û analîzvanê siyasî Malik Hafiz li dawiyê destnîşan kir ku digel zêdebûna nakokî û tevgerên leşkerî dê tu asoyên çi çarekirina siyasî tune bin. Ev jî nîşane ye ku tu çareyên rastîn di demeke nêz li Sûriyê de tune bin.

(fr)

ANHA