Jinên Dêrazorê piştgirî da berxwedana Eyn Îsayê

Jinên gundewarên rojhilatê Dêrazorê piştgiriya xwe ji jinên navçeya Eyn Îsayê re nîşan da û bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên jinan kir ku dewleta Tirk ceza bikin.

Jinên Dêrazorê piştgirî da berxwedana Eyn Îsayê
10 ÇILE, 2021   07:19
DÊRAZORÊ-FATIMA EL-EBD

Jinên bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê êrişên çeteyên artêşa Tirk ên li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên li dijî Eyn Îsayê û gundewarên wê şermezar kirin.

Endama Rêveber a Meclisa Jinan a Hecînê Fatima Salim êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinan şermezar kirin û wiha dewam kir: "Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka xwe Sûriyê red dikin. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrişên Tirkiyê re rû bi rû ne û di encamê de koçber bûn û mafên wan hatin desteserkirin."

Fatma Salim bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên jinan kir ku dewleta Tirk ceza bikin.

Hevseroka Komîteya Sotemeniyê ya Hecînê Neda Nemir sûcên dagirkeriya Tirk a li dijî jinan şermezar kir û got dagirkeriya Tirk tundiyê li dijî jinan dimeşîne û mafê wan ê jiyîna ewle binpê dike.

Neda Nemir piştgiriya xwe ji şêniyên Eyn Îsa û hemû herêmên din re nîşan da û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne.

Hevseroka Gerînendetiya Çandiniyê ya Hecînê Amîne Salim êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û wiha got: "Rewşa li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gurtir dibe. Xak û şêniyên me yên li Eyn Îsayê bi êrişan re rû bi rû dimînin, dewleta Tirk nirxên exlaqî û mafên mirovan binpê dike."

Amîne Salim got dewletên dagirker ên wekî Tirkiyê serweriya xaka Sûriyê binpê dikin û li Bakurê Sûriyê jinan dikin armanc, wan koçber dikin, îşkence û destdirêjiyê li wan dikin.

Amîne Salim piştgiriya xwe ji jinên Eyn Îsayê re nîşan da û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin.

(eh)

ANHA