Tirkiyê… Başkirina têkiliyan û bikaranîna doza Filistînê

Erdogan bi rêya daxuyaniyên xwe propagandaya doza filistînê dike û dixwaze xwe weke rizgarvanê vê dozê nîşan bide. Lê li aliyekî din li gorî daxuyaniyeke Erdogan têkiliyên bazirganî û yên istixbaratê di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de qut nebûne.

Tirkiyê… Başkirina têkiliyan û bikaranîna doza Filistînê
10 ÇILE, 2021   02:39
NAVENDA NÛÇEYAN-YARA MIHEMED

Di demeke ku Erdogan di daxuyaniyên xwe de, digot "Muslimanan doza Filistînê firotiye", lê Erdogan ji bîr kiriye ku welatê wî ji dewletên destpêkê ye ku bi dewleta Îsraîlê îtîraf kiriye û di 1949`an de bi awayekî fermî têkilî pê re daniye û balyozxaneya xwe li Til Avîvê vekiriye.

Nakokiyên Enqereyê hevalbenda bihêz a Til Avîvê û têkiliyên bazirganî, aborî û istixbatatî pê re, her tim xuya dikin ku Tirkiyê doza Filistînê dixe bazaran. Nexasim raya giştî ya erebî û îslamî. Dewleta Tirk hewl dide bi rêya van îdîayên sexte, cihekî ji xwe re çêbike.

AKP`ê ku Edogan serkêşiya wê dike, ruxmî ku di xîtabên xwe de piştgiriya doza Filistînê dike,  têkiliyên leşkerî bi Îsraîlê re xurt kirine,

Hevkariya Erdogan bi Îsraîlê re di çarçoveya lihevkirinên leşkerî de sînordar neman, lê belê ew ast derbas kir û gihaşt asteke stratejîk. Vekişîna ji lûtkeya Davosê ya sala 2009`an bandor li lihevkirinên leşkerî yên di navbera her du welatan de nekir. Li gorî van lihevkirinan, Îsraîl ji bo Tirkiyê dibe peydakerê yekemîn ê çekan.

LIHEVKIRINÊN LEŞKERÎ

Piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), mezintirîn kargehên çekan a artêşa Îsraîlê li Tirkiyê heye. Ji dema dagirkirina bakurê girava Qibrisê sala 1974`an ji aliyê Tirkiyê ve, hevkariya leşkerî bi Til Avîvê re zêde bûye. Di encamê de cezayên Amerîkî û Ewropî li ser warê leşkerî hatin ferzkirin. Wê demê Enqere bi alîkariya Îsraîlê artêşa xwe nû kir.

Lihevkirinên leşkerî yên ku bi nûkirina F-4 ên fantom, balafirên F-5 bi lêçûna 900 milyon dolarî destpê kirin, li gel ku Îsraîlê 170 tank ji cureya M60A1 li bermaberî 500 milyon dolarî daye Tirkiyê.

Dijberî helwesta Erdogan û partiya wî ya li bermaberî doza Filistînê, li gorî lihevkirinê pîlotên Îsraîlê wê li Tirkiyê perwerde bibînin û çekên xwe jî li dijî filistiyan bi kar bînin.

JI GIRÎNGTIRÎN LIHEVKIRINAN

Sala 1956`an Tirkiyê 25 balafirên leşkerî ji cureya Dakota şandin Îsraîlê da ku wan sererast bike. Ji wê demê ve hevkariya sererastkirina çekan berdewam e.

Hevkariya leşkerî ya di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de sala 1978`an dema Îsraîlê bi çekan desteka Tirkiyê di  êrişa li dijî bakurê Qibirsê de kir, derket pêş. Lê ev têkilî beriya wê ji sala 1963`an ve di encama nêzîkbûna Îsraîlê de bi Yewnanistanê re girêdayî Qibirsê bi nakok bûn.

Tirkiyê êrişa Îsraîlê ya li dijî Kampa Cenînê sala 2000`î şermezar kir, lê dîsa jî 170 balafir û tankên xwe bi rêya Til Avîvê nû kirin. Ev yek dema AKP`ê nû desthilata Tirkiyê wergirt pêk hat.

Piştî derbasbûna salekê li ser topbarana Îsraîlê ya li dijî Xezayê ya sala 2010`an, Ehud Barak ku wê demê wezîrê parastinê bû, serdana Enqereyê kir lê navaroka serdanê eşkere nekir. Çavkaniyên pê re gotin ku derdora 60 lihevkirinên hevkariya ewlehî û leşkerî di navbera her du welatan de hene.

Ruxmî nakokiyên siyasî yên ku di çend salên dawîn de di navbera her du welatan de pêk hatin, lê hinek dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê û Îsraîlê sala 2013`an, ragihandin ku Îsraîlê amûrên leşkerî û ewlehiyê bi lêçûna 100 milyon dolarî, her wiha pergalên leşkerî yên pêşketî radestî Tirkiyê kirine.

FIREHKIRINA ASTA NAKOKIYÊ DI NAVBERA FILISTIYAN DE

Erdogan ji bo ku li qada erebî bibe xwedî rol, hewl dide doza Filistînê li ser asta siyasî bi kar bîne. Bi hêviya ku serfiraziyên împeratoriya osmanî vegerîne. Ji ber wê Hemas û Tirkiyê doza Filistînê bi kar tînin da ku destkeftiyên xweser li ser hesabê gelê Filistînê bi dest bixin.

Erdoganê ku ji bo piştgiriya doza Filistnî qîr dikir, li şûna ku bi desthilata Filistînê re bide û bistîne, desteka Hemasê dike. Ji vê destekê û xurtkirina têkiliyên xwe yên bazirganî û leşkerî bi Îsraîlê re armanc dike asta parçebûnê di navbera filistîniyan de zêde bike.

Wezîrê Îsraîlê Katz destnîşan kir ku ew guh nadin daxuyaniyên Erdogan ên li dijî wan, madem bandorê li asta bazirganiya Tirkiyê bi dewletên Kendavê re yên bi rêya Hayfayê ku gihaştiye bi rêjeya ji sedî 25`an, nake. Her wiha Katz piştrast kir ku ruxmî şanoyên Erdogan, lê Îsraîl ev yek derbas kiriye û baş dizane ku Erdogan xwe wek lîderê ixwan muslimanan dibîne û hewl dide pêşengiya cîhana îslamî bike. 

Li gorî hinek şîrovekaran, xîtabên Erdogan ên têkildarî doza Filistînê ji sloganên koma Ixwanan a ku Erdogan sponseriya wê dike, ne cuda ne.

Ruxmî ku hinek dewletên Yekitiya Ewropayê (YE), DYA û Brîtanyayê Hemas wek rêxistineke terorîst bi nav dike, lê têkiliyên di navbera Hemas û Tirkiyê de xurt in. Herî dawî serdana serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye di 8`ê Kanûnê de. Tirkiyê stargeheke ewle ji bo gelek fermandarên siyasî û leşkerî re pêşkêş kirin.  

Piştî ku Amerîkayê serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê Îsamîl Heniye xist lîsteya terorê, Enqere ev biryar şermezar kir. Desteka Tirkiyê ji tevgerê re piştî ku hêviyên Enqereyê li Misirê bi têkçûna Koma Ixwanan re di şoreşa 30`yê Hezîrana 2013`an de, winda bû, girîng bûye.

Şirketa Sadat ku ji hêla ceneralê berê yê nêzî Erdogan Ednan Ferdî ve hate avakirin di Sibata 2012`an dest bi xebatên xwe kir. Li gorî berpirsên wê, armanca şirketê ya sereke, avakirina hevkariyê di warên leşkerî û parastinê de di navbera dewletên islamî de ye. Lê ji tevgerên wê çi li Tirkiyê yan jî li derveyî wê eşkere dibe ku ew ajandekî Erdogan e ku xewna împeratoyê pêk tîne. Erdogan hêvî dike ku bi rêya kontrolkirina dewletên Ereb û bikaranîna doza Filistînê vê xewnê pêk bîne.

DI NAVBERA ÊRIŞ Û BAŞKIRINA TÊKILIYAN DE

Lihevkirinên aştiyê yên Îsraîlê yên bi Îmarat, Behreyn û Mexriba Erebî re li ser asta navneteweyî û erebî bi erênî hatin nirxandin, lê rexneyên Tirkiyê ji wan lihevkirinan re ranewestîn. Li dû hev daxuyaniyên şermezarkirinê dan û bi zimanekî tund êrişî wan lihevkirinan kir. Lê Tirkiyê nizanin ku çendîn asta rexneyan zêde bibe, wê durutiya wê eşkere bibe.

Erdogan di Tebaxa borî de ji ber ku Îmarat lihevkirina başkirina têkiliyan bi Îsraîlê re erê kiriye, ragihand ku Enqere difikire ku balyozxaneya xwe ya li Ebû Zebiyê bigire û têkiliyên dîplomatîk ên bi Îmaratê re rawestîne.

Wezareta Derve ya Tirkiyê piştî ragihandina lihevkirinê daxuyanî da û tê de got: “Dîrok wê reftariya munafiq a Îmaratê efû neke.”

Lê xuyaye ku rewşa siyasî û hevsengiyên herêmî û navneteweyî Erdogan neçar kirin ku tawîzên xwe yên veşartî yên ji bo razîkirina hêzên navneteweyî, eşkere bike.

Şêwirmendê Erdogn ê karûbarên derve Mesût Hakki Caşîn di hevdîtinekê li gel tora Dengê Amerîkayê de ragihand ku têkiliyên di navbera Îsraîl û Tirkiyê de dê bişkevin û piştrast kir ku dan û standên dualî di navbera her du aliyan de hene.

Li gorî pêşbiniyên Caşîn ihtîmal heye ku têkiliyên dîplomatîk ên di navbera her du aliyan de bi Adarê re ji nû ve bidomin. Caşîn têkiliyên dualî û bazirganiya leşkerî bi Îsraîlê bi bîr xistin. Ev yek durutiya Erdogan derbarê doza Filistînê de îsbat dike.

Girêdayî mijarê nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Ebû Mihadî diyar kir ku pergala Tirkiyê niha di tecîrdeke navneteweyî re derbas dibe, vebijrakên wê heta radeyeke mezin kêm bûne. Ebû Mihadî got ku civaka navneteweyî mîna rêveberiya Trump û Ewropayê ceza Tirkiyê ferz kir, ji ber wê di vê dawiyê de ji bo razîkirina Amerîkayê têkiliyên xwe bi Îsraîlê re baş dike. 

Ebû Mihadî wiha domand: “Li Tirkiyê nirxa lîreyê Tirk hildiweşe û li ser asta cîhanê wek duyemîn xirabtirîn dirav tê sinifandin. Tedbîrên ku Erdogan ji bo rêgirtina li pêşiya daketina nirxa lîreyê girtine, bi ser neketin.”

Şîrovekarê filistînî li gotinên xwe zêde kir û got: “Siyasetên dijminahî yên ku Enqere li dijî gelek dewletên li Rojhilat Navîn, bakurê Afrîkayê, başûrê Kafkasyayê û rojhilatê Deryayê Spî dimeşîne, hiştin ku ew bi tenê bê hevalbendên rastîn bimîne."

Ebû Mihadî destnîşan kir ku gelek raporên navneteweyî behsa rola çeteyên ku Erdogan ji bo pêkanîna timayên xwe li Sûriyê, Lîbya, Iraqê û herêma Artsax-Qerebaxê bi kar anîne, kirin.

Li ser asta hundirîn ya Tirkiyê Mihemed Ebû Mihadî wiha axivî: “Li gel mezinbûna hêza partiyên muxalefeta siyasî li Tirkiyê, aborî paşde diçe. Ev yek nîşan dike ku muxalefeta Tirkiyê wê li dijî AKP`ê biserkeve."

Ebû Mihadî wiha pê de çû: “Siyasetên dijminahî yên Enqereyê êdî sînordar dibin. Piştî bi serketina Joe Biden di hilbijartinên Amerîkayê de, êdî Erdogan bi xeteriya rastîn dihese. Joe Biden li hemberî pergala Tirkiyê xwedî helweseteke neyînî ye. Bi texmîna ku Îsraîl korîdora têkiliyên bi Amerîkayê re ye, Erdogan bi awayekî eşkere îmzekirina başkirina têkiliyan bi Îsraîlê re ragihand.”

Ebû Mihadî bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de û da zanîn ku ev têkilî tu carî qut nebûne tenê di hinek qonaxan de rastî nakokiyan hatine mîna bûyera keştiya Mermarayê lê dîsa jî têkiliyên aborî û ewlehiyê qut nebûn.

Ebû Mihadî diyar kir ku ji daxuyaniyên Erdogan dema got “Têkiliyên istixbatatê bi Îsraîlê re berdewam in”, piştrast dibe ku têkiliyên di navbera her duyan de qut nebûne. Ebû Mihadî îşaret pê kir ku ji daxuyaniyên Erdogan eşkere dibe ku têkiliyên bi Til Avîvê re li ser asta siyasî pêş ketine mîna vegera balyozan û pêşxistina têkiliyên dîplomatîk.

Li gorî pêşbiniyên Ebû Mihadî heke hilbijratinên demokratîk ên rastîn li Tirkiyê pêk werin, dê encamên wê bi şoq bin û wê li gorî berjewendiyên muxalefetê bin û dê muxalefet bigihêjin cihê biyardayîna siyasî.

Ebû Mihadî da xuyakirin ku ruxmî ku pergala Tirkiyê sûcan li dijî muxalefetê, rojnamegeriyê û hiqûqnasan pêk tîne û qanûnek ji bo sînordarkirina azadiya rêxistinên civaka sivîl derxistiye, lê bi lidarxistina yekemîn hilbijartinan re dê guhertinên rastîn li Tirkiyê pêk werin.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê filistînî Mihemed Ebû Mihadî di dawiyê de piştrast kir ku tu hevalbendên vê pergalê ji bilî rêxistinên terorîst û Ixwan Muslimîn nemaye ku wan li tevahiya herêman ji bo rewakirina siyasetên xwe yên sûcdar li Sûriyê, Iraqê, Lîbyayê û Qerebaxê û heta li gelek welatên berava Afrîkayê ye, bi kar tîne.

(şx)

ANHA