Şêniyên kampa Waşûkanî komkujiya li Parîsê şermezar kir

Şêniyên li kampa Waşûkanî bi meşekê komkujiya li dijî her sê jinên têkoşer ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan şermezar kir.

Şêniyên kampa Waşûkanî komkujiya li Parîsê şermezar kir
Şêniyên kampa Waşûkanî komkujiya li Parîsê şermezar kir
Şêniyên kampa Waşûkanî komkujiya li Parîsê şermezar kir
Şêniyên kampa Waşûkanî komkujiya li Parîsê şermezar kir
Şêniyên kampa Waşûkanî komkujiya li Parîsê şermezar kir
Şêniyên kampa Waşûkanî komkujiya li Parîsê şermezar kir
9 ÇILE, 2021   18:13
HESEKÊ

Bi armanca şermezarkirina komkujiya li dijî her sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne, Fîdan û Leyla ya şêniyên li kampa Waşûkanî meşek hate lidarxistin.

Meşa ku bi dehan kesa tevlêbûn ji dawiya kampê dest pê kir û ber bi têketina destpêkê ya kampê bi dawî bû. Şêniyan sloganên"Bijî berxwedana têkoşeran û na ji dagirkeriya Tirkiyê re" berz kirin.

Şênî li têketina kampê kom bûn û li wir endama Rêveber a Kongreya Star Koçber Hisên axivî û got ku dewleta Tirk di sala 2013`yan de li dijî 3 jinên Kurd Leyla, Fîdan û Sakîne komkujiyek pêk anî, dewleta Tirk ji berê ve û heta niha hewldana têkbirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike, nexasim Tevgera Rizgariya Jinan.

Koçer Hisên diyar kir ku ew wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta misogeriya azadiya  jinan dê şopdarên rêya van şehîdan bin.

Piştre Endama Meclisa Kampa Waşجkanî Hêvîn Ebdo jî komkujî şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û armancên her sêşehîdan pêk bînin.

Di dawiya de sloganên"Bijî berxwedana jinan" hatin berzkirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_hbRajq6ZnI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>