​​​​​​​Li Şehbayê navenda Jineolojî hate vekirin

Li kantona Şehbayê navenda Jineolojiya piştî 3 salan careke din deriyê xwe vekir.

​​​​​​​Li Şehbayê navenda Jineolojî hate vekirin
​​​​​​​Li Şehbayê navenda Jineolojî hate vekirin
​​​​​​​Li Şehbayê navenda Jineolojî hate vekirin
​​​​​​​Li Şehbayê navenda Jineolojî hate vekirin
​​​​​​​Li Şehbayê navenda Jineolojî hate vekirin
​​​​​​​Li Şehbayê navenda Jineolojî hate vekirin
​​​​​​​Li Şehbayê navenda Jineolojî hate vekirin
9 ÇILE, 2021   17:27
ŞEHBA

Bi dehan endamên saziyên sivîl ên herêma Efrînê beşdarî şahiya vekirina navenda nû ya Zanista Jinê (Jineolojiyê) ya li kantona Şehbayê bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre ser navê Meclisa Jinan a Kantona Şehbayê, Kongreya Star a herêma Efrînê, Navenda Jineolojiya û Desteya Rêveber a PYD`ê axaftin hatin vegotin.

Kesên axivîne vekirina navendê li gelê Efrîn û Şehbayê pîroz kir û şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.

Piştre şanoyek der barê hejmareke têkoşer û fîlesofên li cîhanê hate pêşandin û koma Şehîd Hêva ya Tevgera Kevana Zêrîn stran pêşkêş kirin.

(eh)

ANHA