Ajan û malperên civakî qada sereke ya şerê taybet a li dijî Rêveberiya Xweser in

Malperên tevna civakî qadeke sereke ya şerê taybet ê li dijî gelan, nexasim di vê serdema nû de. Di heman demê de, diyardeya bikaranîna ciwanan wekî ajanan jî, rêbazekî giring ê şerê taybet e ku dewleta Tirk dimeşîne.

Ajan û malperên civakî qada sereke ya şerê taybet a li dijî Rêveberiya Xweser in
9 ÇILE, 2021   07:46
KOBANÊ

Êdî her kes rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Rêveberiya Xweser wan bi rê ve dibe dizane. Ji ber hesasiyeta rewşa ku herêm têre derbas dibe, êdî wê di paşerojê de nasnameya vê herêmê diyar bike û dibe ku herêma me hevsengiyên nû yên Rojhilata Navîn jî diyar bike.

Gelek alî hewl didin ku vê herêmê kontrol bikin, lê helwesta gelan faktora paşeroja herêmê diyar dike.

Hêzên hegemonîk ji bo bandorê li gelê herêmê bikin şerê taybet bi kar tînin, di nav de jî şerê ragihandinê û derûnî didin meşandin da ku vîna civakê têk bibin.

Malperên tevna civakî qada sereke ya vî şerî ye, gotegotan belav dikin, hêvî û moralên civakê têk dibin û bi vî şeklî civakê dûrî hev dixin.

Her wiha daîreyên şerê taybet girîngiyê didin dûrxistina civakê ji exlaqê wê, vê jî bi rêya belavkirina madeyên hişbir, leşkerkirina ciwanan wekî çete û avakirina torên îstixbatan ji şêniyên herêmê.

ARMANC JIHEVXISTINA CIVAKÊ Û TUNEKIRINA EXLAQÊ CIVAKÊ YE

Hevesrokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got ku armanca ji van kiryaran têkbirina civakê û jihevxistina civakê ye da ku bi hêsanî civakê dagir bikin û wiha domand: "Ji ber ku dema tuyê civakekî kontrol bikî, di serî de divê tu exlaqê wê jî tune bikî."

Mihemed Şahîn anî ziman ku heta niha gelek şer meşandine û di piraniya wan de jî bi ser ketine, lê di van demên de bi awayekî yekser civakê dikin armanc û wiha pê de çû: "Ji lewra divê ew civakê hişyar bikin da ku li hemberî van kiryaran bisekin û divê civak jî hişyar be û neyê xapandin."

Mihemed Şahîn di berdewamiya gotina xwe de da zanîn ku di demên dawîn de civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde ketiye rojevê, dixwazin civakê ji hev bixin û kontrol bikin.

Mihemed Şahîn bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji gotegotên li ser malperên tevna civakî belav dibin hişyar bin.

Dewleta Tirk a ku herî zêde şerê taybet li dijî  gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Dewleta Tirk bi rêya toreyên ku piştgiriya wan dike madeyên hişbir li herêmê belav dike, bi rêya dezgehên çapemeniyê yên fermî û nefermî gotegotan belav dike û gelê Sûriyê dike çete û ajan.

Çavdêr hişyariya bandora siyaseta dewleta Tirk li ser hevgirtina gelê Sûriyê dikin. Çavdêr dibêjin ku siyaseta Enqereyê cûdahî û nakokî dixin navbera pêkhateyên Sûriyê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Xi3b12UNom4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>