Hêzên hikumeta Şamê, baregehên çeteyên dewleta Tirk topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê "herêmê bêçek" topbaran kir û 5 bajarokên li başûrê Idlibê kir armanc.

Hêzên hikumeta Şamê, baregehên çeteyên dewleta Tirk topbaran kir
9 ÇILE, 2021   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh  hêzên hikumeta Şamê herêmên El-Fetîra, Sefhon, Kensefra, derdora Filêfil û Bînnîn ên Idlibê topbaran kir.

Duh bi şev li eniya gundê El-Melacê ya li gundewarên Idlibê endamek hêzên hikumeta Şamê bi çeka sekvanî hat kuştin û endamekî din di encama êrişên ku çeteyên dewleta Tirk li dijî eniyên gundewarên Laziqiyê pêk anîn, hat kuştin.

Her wiha çeteyan eniya kelha Şelf li çiyayê El-Ekrad topbaran kir û hêzên hikumeta Şamê gundên Şemrewan û Qerecaxê li gundewarên bakurê Laziqiyê topbaran kir.

(dm)