Di roja dawî  ya çalakiyê de: Em ê heta rizgarkirina tevahiya girtiyan berxwedanê bidomînin

Şêniyên Kobanê yên ku tev li greva birçîbûnê bûne di roja dawî ya çalakiyê de piştrast kirin ku ew ê li hemberî dewleta Tirk a faşîst asta têkoşîn û berxwedanê bi tevahiya rêbazan mezin bikin.

Di roja dawî  ya çalakiyê de: Em ê heta rizgarkirina tevahiya girtiyan berxwedanê bidomînin
9 ÇILE, 2021   11:58
 KOBANÊ

Çalakiya greva birçîbûnê ku 30 kesan li bajarê Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana girtiyên Kurd di girtîgehên Tirkiyê de û bidawîkirina tecrîda li rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, piştî 7 rojan bi dawî bû.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” derbasî roja xwe ya 44`an bû.

Li bajarê Kobanê di roja dawîn a çalakiya greva birçîbûnê de gelek beşdarên çalakiyê nêrînên xwe bi ANHA`yê re parve kirin û piştrast kirin ku ew ê li hemberî dewleta Tirk a faşîst asta têkoşîn û berxwedanê mezin bikin û têkoşîna wan heta piştî bidawîbûna çalakiyê jî dê berdewam bike. 

Endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Silêman Silêman got: “Ji roja yekemîn a dîlgirtinê ve tecrîdek li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin. Lê piştî 2015`an ev tecrîd girantir bû. Wek Meclisa Malbatên Şehîdan em piştgiriya greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirkiyê de ya bi armanca bidawîkirina tecrîdê dikin. Tevahiya pêkhateyên herêma Firatê bi rêya vê çalakiyê piştgiriya xwe bi wan re rave kir.”

Silêman wiha domand: “Rast e çalakiya me bi dawî bû, lê berxwedana me wê bidome. Em ê bi tevahiya rê û rêbazan li ber xwe bidin û piştgiriya berxwedana girtîgehan bikin. Ez bang li tevahiya gelên azadîxwaz û gelê Kurd bi taybet dikim ku ji bo şikandina tecrîdê û rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan asta têkoşînê mezin bikin. Ji ber ku serok Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e lê belê rêberê mirovahiyê ye.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêran Xelîl Ebdo destnîşan kir ku rejîma Tirkiyê pergalek terorîst e û her kesê ku li hemberî hovîtiya wê disekine digire. Ebdo piştrast kir ku heta serbestberdana Leyla Guven û rêber Abdullah Ocalan ew ê piştgiriya berxwedana girtîgehan bikin.

Endama Rêveberiya Meclisa Navçeya Şêran a li rojhilatê kantona Kobanê Litfiye Mehmûd tecrîda li rêber Abdullah Ocalan, zulm û zordestiya ku dewleta Tirk li djî girtiyên Kurd ên di girtîgehên Tirkiyê de di nav de Leyla Guven pêk tîne şermezar kirin û diyar kir ku Leyla Guven li hemberî dewleta Tirk a faşîst li ber xwe dide û pêşengiya tevahiya jinên cîhanê dike.

Litfiye da zanîn ku çalakiyên wan berdewan in û wiha pê de çû: “Armanca me ya serek rizgakirina serok Apo ye û em bi hev re li Kurdistanê bi aştî bijîn. Em azadiyê ji bo gelê xwe û serokê xwe dixwazin. Em bêdengiya rêxistinên ku banga mirovahiyê dikin a li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan di girtîgehên Tirkiyê de şermezar dikin.”

Derbarê heman mijarê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê fethî Elî got: “Ji bo piştgiriya berxwedana girtiyan em li vir in. Em ê bi rêya çalakiyên xwe asta têkoşînê mezin bikin. Heta ku tevahiya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de rizgar nebin, em ê bêdeng nemînin.”

Elî îşaret pê kir ku dewleta Tirk tevahiya cureyên îşkenceyê li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de pêk tîne û wiha axaftina xwe domand: “Ew li hemberî vê faşîzmê li ber xwe didin. Em ê bi wan re her tim şopdarên fikrên rêber Abdullah Ocalan bin.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Sirînê Zekî Hemdan da xuyakirin ku ew şopdarên rêya rêber Abdullah Ocalan û şehîdan in û ji bo wê tev li çalakiyê bûne.

Hemdan piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek in û ti cudahî di navbera Kurd, Ereb, Çerkez û Suryan de tune ye.

Zekî Hemdan bang li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî êrişan bibin yek, ji ber ku hedefgirtina pêkhateya Kurd tê wateya hedefgirtina pêkhateya Ereb û Suryan û Çerkez.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Sirînê Semîre Edhem Welo bang li dewletên cîhanê kir ku sûcên dewleta Tirk bibînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/udho9_CrUiI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>