Li Şehbayê navendeke jineolojiyê dê were vekirin

Navenda jineolojiyê dê sibê ji nû ve deriyên xwe li kantona Şehbayê veke.

Li Şehbayê navendeke jineolojiyê dê were vekirin
8 ÇILE, 2021   07:47
ŞEHBA-LÎNDE ŞÊX

Zanista jineolojiyê armanc dike ku fikra azadiya jinan, exlaq û çalakiyên wê bigihîne civakê. Ji ber vê yekê jî zanist li ser analîz û pêşxistina projeyên girêdayî jinan dixebite da ku civakeke pêşketî ava bike.

Ji ber ku dagirkeriya Tirk kantona Efrînê di sala 2018'an de dagir kir û şêniyên Efrînê koçberî kantona Şehbayê bûn, Komîteya Jineolojiyê ji bo vekirina navendek nû ya jineolojiyê ya li kantona Şehbayê xwe amade dike.

Endama komîteyê Zehrîban El-Hisên got: "Ji ber ku dagirkeriya Tirk kantona Efrînê dagir kir û şêniyên wê penaberî kantona Şehbayê bûn, xebata navenda jineolojiyê ya li Efrînê rawestiya û niha jî amedekariya vekirina navendeke nû li kantona Şehbayê tê kirin."

Zehrîban da zanîn ku ew ê bixebitin da ku çareseriyê ji bo pirsgirêkên ji ber penaberiyê derketine, bibînin û analîz bikin.

Zehrîban diyar kir ku dê perwerde, çalakiyên cihêreng û semînerên der barê jin û koçberî, jin û malbat, jin û civak û gelek mijarên girêdayî jinan de orgenîze bikin. Zehrîban bang li tevahiya jinan kir ku hewl bidin ku têgeha jineolojiyê rast nas bikin.

Tê payîn ku navenda nû ya jineolojiyê li kantona Şehbayê sibê bê vekirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZfCmQN0A1x0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>