8 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê sûcdar hîna serbest in

8 sal di ser Komkujiya Parîsê ya li dijî têkoşerên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) re derbas bû lê sûcdarên ku jinên Kurd şehîd xistine, hîna jî serbest in.

8 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê sûcdar hîna serbest in
8 ÇILE, 2021   08:00
KOBANÊ-NÎHAD KERIO

Şehîd Sakîne Cansiz ji ciwantiya xwe ve rêyeke dijwar hilbijart û dest bi têkoşînê dike.  Gelek caran tê girtin û îşkencekirin. Lê ruxmî vê yekê dest ji têkoşînê berneda. Di 9`ê Çileya 2013`an de, bi 2 hevalên xwe re ji aliyê MÎT'a Tirk ve li Parîsê hat şehîdxistin.

Polîsên Fransayê welatiyê Tirk ê bi navê Omer Guney bi tawana ku her sê jinên Kurd şehîd xistine, girt lê beriya dema dadgehkirinê bi mehekê di girtîgehê de mir û sedema mirinê jî ne diyar e û bi vî şeklî doz bê çare ma.

Gelek kesan got destê îstixbarata Tirk di qetilkirina Omer Guney de heye da ku rê li pêşiya eşkerekirina dozê bigire.

Têkildarî mijarê endama Akademiya Şehîd Şîlan a herêma Firatê Bêrîvan Cuma got armanca qetilkirina her sê jinan ew bû ku vîna jina Kurd tune bikin, nexasim jinên ku li dijî siyaseta çewisandinê ya dewleta Tirk tê dikoşin. Dewleta Tirk di şexsê Sakîne de xwest ku rihê şoreşê vemirîne.

Dîroka dewleta Tirk bi komkujiyên li dijî jinan, nexasim li bajarê Dêrsimê tê naskirin. Di sala 1938`an de bi hezaran jin li Dêrsimê ku şehîd Sakîne ji wir e, hatin qetilkirin.

Ev ne komkujiya yekemîn e û ne jî ya dawîn e ku dewleta Tirk pêk tîne, nexasim di van salên dawîn de ku piştî Şoreşa Rojava li dar ket.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kobanê Macida Hesûn got dîrok xwe dubare dike, ji ber ku qetilkirina her sê jinan ne yekemîn bûyer e û dê ne ya dawîn be jî. Dewleta Tirk heta roja îro jinan dike armanc.

Macida wiha gotina xwe bi dawî kir: "Mînaka herî berbiçav, qetilkirina Hevrîn Xelef, Komkujiya Helincê, girtina Leyla Guven û revandina jinan li Efrînê û herêmên dagirkirî ye."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e1td-SBDbms" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>