Di topbarana dewleta dagirker de sivîlek birîndar bû

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Derdara yê girêdayî navçeya Til Temirê de, sivîlek birîndar bû.

Di topbarana dewleta dagirker de sivîlek birîndar bû
8 ÇILE, 2021   07:54
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Derdara yê bakurê navçeya Til Temirê li ser rêya Zirganê, sivîlê bi navê Ehmed El-Xidir birîndar bûye û rakirine nexweşxaneya şehîd Lêgerîn a li navçeyê.

Hêjayî gotinê ku ji vê sibehê ve artêşa Tirk a dagirker gundê Derdara bi dijwarî topbaran dike.

(cx)