Partiya Pêşeroja Sûriyê rewşa siyasî ji şêniyên Reqayê re nirxand

Partiya Pêşeroja Sûriyê bi armanca şîrovekirina armancên partiyê û nirxandina rewşa siyasî civîneke girseyî li navçeya rojavayê Reqayê li dar xist.

Partiya Pêşeroja Sûriyê rewşa siyasî ji şêniyên Reqayê re nirxand
Partiya Pêşeroja Sûriyê rewşa siyasî ji şêniyên Reqayê re nirxand
Partiya Pêşeroja Sûriyê rewşa siyasî ji şêniyên Reqayê re nirxand
Partiya Pêşeroja Sûriyê rewşa siyasî ji şêniyên Reqayê re nirxand
Partiya Pêşeroja Sûriyê rewşa siyasî ji şêniyên Reqayê re nirxand
7 ÇILE, 2021   17:45
REQA

Civîn li avahiya Meclisa Gel a Mezreya Reşîd hate lidarxistin. Civîn ji aliyê serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisê ya Partiya Pêşeroja Sûriyê, endamê rêveber ê navçeya rojava Ebû Emar û serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Reqayê Îshaq Denden hate birêvebirin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveber ê navçeya rojava Ebû Emar rewşa siyasî ya li herêmê şirove kir. Ebû Emar behsa gefê û komployên li dijî herêmê kir, her wiha piştrast kir ku divê pirrengiya siyasî hebe û şêniyên herêmê tev li Partiya Pêşeroja Sûriyê bibin.

Îshaq Denden jî, êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bi giştî, navçeya Eyn Îsayê bi taybet û bêdengiya Rûsyayê li ser êrişên li dijî herêmê, şermezar kirin. Li gel wê jî Denden sûcên dewleta Tirk a dagirker ên ji dizîna şûnwarên herêmê û siyasetên guhartina demografiyê, şermezar kirin.

Ebû Emar wiha piştrast kir: "Pêwîst e lêpirsîna ferdî hebe û xebata ji bo serkeftina projeya Rêveberiya Xweser pêk bê. Li aliyekî din jî xizmetguzarî, geşbûn û ewlehiya li herêmên Rêveberiya Xweser hişt ku piranî şêniyên ji hundirê Sûriyê berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Civîn bi nîqaşan û bersiva pirsan bi dawî bû.

Partiya Pêşeroja Sûriyê dê di nava 15 rojan de civînên bi vî rengî li Reqa û gundewarên wê li dar bixe.

(fr)

ANHA