Li Qamişloyê Sakîne, Fîdan û Leyla hatin bibîranîn

Li kantona Qamişloyê her sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamaz bi çalakiyan hatin bibîranîn.

7 ÇILE, 2021   18:12
QAMIŞLO

Her sê jinên têkoşên ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku berî 8 salan li Parîsê hatibûn qetilkirin di salvegera şehadeta xwe de li Qamişloyê hatin bibîranîn.

Kongreya Star a  navçeya Tirbespiyê civînek bi beşdariya bi dehan jinên ji tevahî pêkhateyên Tirbespiyê li dar xist. Civîn li dibistana Şehîd Cahîde Ronak a li rojavayê navçeyê, hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir, piştre endama rêveber a Kongreya Star Hewlêr Hesen li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz û têkoşîna wê axivî û wiha got: "Têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz gef li siyaseta dewleta Tirk a ku li ser zilm û destpotiyê hatiye avakirin, dixwar. Bi wê re jî dewleta Tirk gelek caran ew girt."

Hewlêr Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk jinan armanc dike, da ku vîn û hebûna wan tune bike.

Civîn bi pêşandana sînavîzyonekê li ser jiyana têkoşer Sakîne Cansiz bi dawî bû.

Kongreya Star a Qamişlo jî, li hola Rewabî ya bajêr semînerek li ser têkoşîna her sê şehîdan dan. Bi dehan jin beşdar bûn. Hola semînerê bi wêneyên her sê têkoşeran hate xemilandin.

Endama Kongreya Star a li Qamişlo Viyan Mihemed semîner bi rê ve bir û tê de her sê têkoşer û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û piştrast kir ku sûca li dijî her sê têkoşeran, berdewama komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Viyan Mihemed wiha domand: "Her sê têkoşer bi komployekê hatin qetilkirin, da ku vîna jina azad têk bibin."

Piştî axaftina Vîyan Mihemed, sînavîsyonek li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz û tevgera wê ya siyasî hate lidarxistin.

Girêdayî mijarê, îro Yekitiya Jinên Ciwan a li herêma Cizîrê pêşangehek ji 39 wêneyên jinên berxwedêr û tabloyeke mezin a her sê têkoşeran Saknîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamaz li parka giştî ya li naverasta Qamişlo vekir. Bi dehan şêniyên bajar di pêşangehê de amade bûn.

(fr)

ANHA