Rêxistinên civaka sivîl daxwaznameyek ji nûnerê taybet ê navneteweyî yê Sûriyeyê re şand

Rêxistinên civaka sivîl ên li Rojavayê Kurdistanê, daxwanameyek ji nivîsgeha nûnerê navneteweyî ya taybet bi Sûriyê re şand. Di daxwaznameyê de bang hate kirin ku careke din li komîteya destûrê vegerin û divê tê de gelê Kurd bi awayekî adilane beşdar komîteyê were kirin.

Rêxistinên civaka sivîl daxwaznameyek ji nûnerê taybet ê navneteweyî yê Sûriyeyê re şand
7 ÇILE, 2021   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên civaka sivîl daxwanameyeke ji berpirsa kar û barên siyasî ya nivîsgeha nûnerê navneteweyî ya taybet bi Sûriyê  Candace Carb re şand.

Daxwazname wiha ye:

Silav û rêz:

"Hûn dizanin ku gelê Kurd li Sûriyê, gelekî kevnare ye û ji hezaran salan ve li xaka xwe ya dîrokî dijî û piştî neteweya Ereb, neteweya duyemîn e. Kurdistan di encama peymana Sykes-Picot de di nava 4 dewletan de hate dabeşkirin, bi wê re  zilm û zordarî lê hate kirin. Van dewletan jî zordarî li gelê Kurd, kir, li dijî wê qanûnên nijadperestî pêk anîn. Hîna jî li dijî gelê Kurd tevahî rêbazên û sûcên çewisandin, teror, qirkirin, koçberkirin, birçîbkirin, cehalekirin û guhartina demografiya herêmên wê, pêk tên.

Ji dema ku şoreş li dijî hikumeta Şamê destpêkiriye de, bi hezaran kurdên li Sûriyê, xwepêşandanên aştiyane li dar xistin û tê de mafên xwe yên ku nêzî sedsalekê ye jê hatine mehrûmkirin, xwestin. Kurd bi lehengî li dijî êrişên terorîst ên ku El-Qaîde, DAIŞ’ê û rêxistinên tundraw ên desteka xwe ji hikumeta Erdogan digirtin sekinî. Lê tevahî êrişên wan bi berxwedana qehreman a gelê Kurd û Koalîsyona Navneteweyî bi bin ket. Gelê Kurd di wan êrişên hovane de, zêdetirî 11 hezar ciwan şehîd da û li gel wê jî birîndar û gazî jî da. Ew yek jî di oxira ku pêşeroja mirovahiyê ji tundrawbûna olî û terora îdolojî de, bê rizgarkirin.

 

Îro û piştî tevahî qurbaniyan, gelê me careke din tev li danûstandinên Cinêvê û avakirina komîteya destûrî yên ji aliyên desteyên navneteweyî ve li dar dikevin, nebû. Her wiha gelê Kurd zêdetirî 3 milyonan ne û ji wan civînan hate bidûrxistin, lê belê hin aliyên ku endamên wê 100 derbas nakin tev li civînên navneteweyî, Cinêv û komîteya destûrê bûn. Mîna milîsên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên ku hovanetirîn sûcên şer li dijî sivîlên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne. Ew milîs û kom tenê nûnertiya hejmareke hindik ji gelê Sûriyê dikin.

Nebeşdariya gelê Kurd di komîteya destûrê de zirarê dide têgeha edaleta navneteweyî û gelê Kurd li hember dewletên ku Kurdistan parçe kiriye de bi hêrs dike.

Nûnertiya pêkhateyan ne li gorî bloka niştecihî ya Kurd û ne li gorî erdnîgariya herêmên Kurd e, lê belê ev nûnertî di desteya danûstandinên de li derveyî vîna gelê Kurd û pêkhateyên bi hev re li Rojavayê Kurdistanê dijî pêk hat. Ev nûnertî li gorî şandeyên opozîsyon û rejîmê û yekalî pêk hatin û pêkhateya Kurd ji çe xebata siyasî yan destûrî hate bidûrxistin.

Em wek rêxistinên sivîl ên Kurd, kesayetên serbixwe û akademisyen bang dikin ji nû ve li avakirina komîteya destûrê vegerin, divê nûnertiya gelê Kurd bi awayekî adilane tê de hebe, her wiha divê nûnertiya wê li gorî hebûna wê ya dîrokî û rastîn li Sûriyê be, mafên wê di destûra nû de bi garantiya navneteweyî hebe. Li gel wê jî divê mafên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê di dewleteke federal a sivîl a demokrat de hebe."

Rêxistinên sivîl ên ku peyam îmze kiriye:

-Hêzên Civaka Sivîl ên Kurdistanî

-Komeleya Vejîn

-Tevgera Altarnatîf a Kurdî-Efrîn

-Platforma Gel a Yekitiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Derve

-Rêxistina Civaka Sivîl a Kurd li Ewropa

(fr)

ANHA