Bi topbarana artêşa Tirk re, zirareke mezin li stasyona kehrebeyê ya Til Temirê çêbû

Endamê rêveber ê Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê birc û stasyona kehrebeyê ya Til Temirê topbaran kir û di encamê de kehrebe li ser bajêr û gundewarên wê qut bû. Li aliyekî din jî piştrast kir ku komên restorakirinê dest bi xebatên sererastkirinê kirine.

Bi topbarana artêşa Tirk re, zirareke mezin li stasyona kehrebeyê ya Til Temirê çêbû
Bi topbarana artêşa Tirk re, zirareke mezin li stasyona kehrebeyê ya Til Temirê çêbû
Bi topbarana artêşa Tirk re, zirareke mezin li stasyona kehrebeyê ya Til Temirê çêbû
Bi topbarana artêşa Tirk re, zirareke mezin li stasyona kehrebeyê ya Til Temirê çêbû
Bi topbarana artêşa Tirk re, zirareke mezin li stasyona kehrebeyê ya Til Temirê çêbû
Bi topbarana artêşa Tirk re, zirareke mezin li stasyona kehrebeyê ya Til Temirê çêbû
Bi topbarana artêşa Tirk re, zirareke mezin li stasyona kehrebeyê ya Til Temirê çêbû
6 ÇILE, 2021   15:55
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di berbanga îro de, gundê Derdara yê bakurê navçeya Til Temirê ya Hesekê bi dijwarî topbaran kir. Dûre dagirkerî û çeteyên wê baregeha Rûsyayê ya li bakurê bajêr ê li nêzî stasyona kehrebeyê kir hedef.

Endamê rêveber ê Navenda Kehrebeyê ya herêma Til Temirê Fehed Semîle diyar kir ku di encama topbaranê de kehrebe li ser bajêr û gundewarên wê qut bû û zirarên mezin gihaştin kablo û kilîtên kehrebeyê.

Semîle destnîşan kir ku stasyona kehrebeyê li herêma Til Temirê ye û li nêzî baregeha Rûsyayê ye. Lê tevî wê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyon topbaran kir û hêzên Rûsyayê bê deng ma.

Semîle eşkere kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê torên kehrebeyê yên li herêmê dikin armanc.

Semîle di dawiyê de got ew niha torên kehrebeyê yên ku zirar dîtine, ji nû ve serast dikin, da ku kehrebe bigihîje bajêr û gundewarên wê û wiha bi dawî kir: "Tê payîn ku sibe kehrebe bigihîje Zirgan û gundewarên wê."

(fr)

ANHA