Nivîsgehên jinan ên li Reqayê civîna xwe ya salane bi erêkirina rêzeprojeyan bi dawî kir

Nivîsgehên jinan ên girêdayî komîte û desteyên Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo nirxandina kar û xebatên sala 2020`an û danîna plansazî û projeyan di sala nû de civîna xwe ya salane li dar xist.

Nivîsgehên jinan ên li Reqayê civîna xwe ya salane bi erêkirina rêzeprojeyan bi dawî kir
6 ÇILE, 2021   15:45
 REQA

Hevserok û cîgirên deste û nivîsgehên jinan û hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa tev li civînê bûn.

Di civînê de piştî deqeya rêzgirtin, hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa bendên civînê xwendin.

Di civînê de beşdaran kar û xebatên jinan di 2020`an de nirxandin, destkeftiyên ku hatin bidestxistin vegotin, rewşa jinan a li Reqayê, astengiyên ku rastî wan tên, sûc û binpêkirinên ku li dijî jinan ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li herêmên dagirkirin tên kirin, nîqaş kirin. 

Beşdaran destnîşan kir ku jinan di saziyên Rêveberiya Xweser de li ser tevahiya astan roleke pêşeng lîst.

Di dawiya civînê de beşdaran gelek projeyên girêdayî jinan erê kirin jê, avakirina jîngehekê ji hevjînên şehîdan re, avakirina Navenda Lêkolînên Li Dijî Tundiya li Ser Jinan, zêdekirina hejmara jinan li nivîsgeh û desteyên jinan, vekirina dewreyên perwerdeyê yên vekirî, lidarxisitna rêzecivînan bi tevahiya jinan re û danîn mekanîzmeya koordîneyê bi rêxistinên jinan ên li derve û li hundirê Sûriyê re.

Ji bo şopandina pêkanîna projeyên ku hatine erêkirin, navên 3 endaman hatin pêşniyarkirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2bXNrq3lgso" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>