Meclisa Kantona Qamişloyê kar û xebatên sala 2020`an de bi civînekê nirxandin

Meclisa Kantona Qamişloyê bi civînekê kar û xebatên sala 2020`an nirxandin û plansaziyek ji bo sala nû danî.

Meclisa Kantona Qamişloyê kar û xebatên sala 2020`an de bi civînekê nirxandin
Meclisa Kantona Qamişloyê kar û xebatên sala 2020`an de bi civînekê nirxandin
Meclisa Kantona Qamişloyê kar û xebatên sala 2020`an de bi civînekê nirxandin
Meclisa Kantona Qamişloyê kar û xebatên sala 2020`an de bi civînekê nirxandin
Meclisa Kantona Qamişloyê kar û xebatên sala 2020`an de bi civînekê nirxandin
Meclisa Kantona Qamişloyê kar û xebatên sala 2020`an de bi civînekê nirxandin
Meclisa Kantona Qamişloyê kar û xebatên sala 2020`an de bi civînekê nirxandin
Meclisa Kantona Qamişloyê kar û xebatên sala 2020`an de bi civînekê nirxandin
6 ÇILE, 2021   16:49
QAMIŞLO

Civîna meclisê li navenda Aram Tîgran a çand û hunerê ya li bajarokê Rimêlanê li dar ket. 193 delegeyên meclisa kantonê, navçe, herêm û bajarok, endamên Meclisa Rêveber, Qanûnsaz û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tev li civînê bûn.

Di civînê de cîgirê serokê Meclisa Rêveber Elî El-Keûd û endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mîdye Mihemed axivîn û lidarketina civînê pîroz kir. axaftvanan diyar kir ku ruxmî tevahiya şert û mercên ku herêm tê re derbas bûne, lê Rêveberiya Xweser û saziyên girêdayî wê, li gel derfetên kêm erkên xwe anîn cih, nexasim piştî belavbûna vîrusa koronayê û şewatên ku di havînê de bi zeviyan ketine.

Piştîbidawîbûna axaftinan, raporên meclisên girêdayî Meclisa Kantona Qamişloyê yên aborî, tenduristî, şaredarî, kar û barên civakî û xebitandinê, parastin, çand û şopandinê hatin xwendin û ji hêla beşdaran ve hatin nîqaşkirin.

Piştre gelek pêşniyar ji hêla beşdaran ve hatin pêşniyarkirin:

-Aktîfkirina komînan li bajarok, navçe û herêman û ji bo derbaskirina kêmasiyan û bîrokratiyê çalakkirina koordîneyê di navbera komîn û meclisan de.

-Divê tevahiya endamên meclisan di dewreyên girtî re derbas bibin.

-Divê aboriya civakî li ser astên madî û manewî were pêxistin.

-Ji bo derbaskirina kêmasiyan di girtina biryaran de divê yekitî di navbera hev du de û bi komîteyan re koordîne bikin.

-Divê tevahiya komîte û meclis tev li girtina biryarên desteyan bibin. Her wiha divê tevahiya çînên civakê cihê xwe di meclis, komîte, navçe û bajarokan de bigirin.

-Ji bo pêxistina kalîteya nan divê desteka şaredariyan bê kirin.

-Piştgiriya warê çandiniyê û pêşkêşkirina tevahiya pêdiviyên çandiniyê ji cotkaran re.

-Belavkirina zanabûnê di civakê de bi rêya belavkirina çanda xweparastinê û divê ew di bone û şahiyan de neyên bikaranîn.

Piştre şêwirmenda Rêveberiya Xweser Cîhan Xelîl axivî û got ku divê hemû erkên xwe bînin cih û kêmasiyên derbas bikin.

Di dawiya civînê de, Meclisa Tenduristî, Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê û navçeya Til Koçer û bajarokê Hilwe ji ber xebatên ku pêşkêş kirine, hatin xelatkirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B29xpqfshBM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>